CivakRojev

Çeteyên PKKê Ala Kurdistanê dikin armanca êrîşên xwe.

Ev 2 roj in li Rojavayê Kurdistanê tiştên nexweş û têkder çêdibin, êrîş diçine ser ofîsên ENKS û partiyên di nava ENKS de. Ala Kurdistanê têne şewitandin û siyasetmedar têne tehdîdkirin. Ew êrîş Kurdên rojava ditirsînin, ku bibin sedema xerabkirina nêzîkbûna aliyên kurdî.

Li Hesekê ofîsa Partiya El Wehde ya Kurdistanî rastî êrîşa bi molotofan hat.

Partiya El Wehde, ku Fesla Yusuf sekretera wê ye, daxuyaniyek belav kir û got, Ciwanên Şoreşger bi molotofan êrîş birin ser ofîsa wan li Hesekê, Ala Kurdistanê şewitandin, tiştên di hundir de xerab kirin û têk birin.

Partiya El Wehde ya Kurdistanî dibêje, ew êrîş nakevin xizmeta yekrêziya kurdî.

Herwiha berbanga roja Sêşemê, ofîsa sereke ENKSê li bajarê Amûdê ji aliyê çend kesên nenas ve hat şewitandin.

Serokê Xwecihiya ENKSê li Amûdê Mihemed Omer Şêxmûs dibêje: “Bûyer nêzîkî berbanga bû. Tiştê hatine şewtandin, kelûpelên ofîsê ne, dûman û arî giheştiye jor, ti bilgeh di destê me de tune.”

Şewtandina ala kurdistanê li Amûdê piştî şewtandina heman ala li Dirbêspiyê bi dû rojan tê.

Hevserokê Desteya Hûndirîn li Rêveberiya Xweser Kenan Berekat jî dibêje: “Rêveberiya jinavbirina tawanên rêxistinkirî, ofîsên girêdayî wê jî , rêveberiya asayîşê, dişopînin, karên wiha ku di qonaxa niha de tê kirin, taybet di milê siyasî de, ku gotûbêj çê dibin, ev kar li dijî wane, kesên ku ev kar kirine, armanca wan çêkirina fitnê ye di nava partiyên siyasî de.”

Rveberiya xeser dizane kî ev tawan kirine û ew hemû kesên di bin navê Ciwanên Şoreşger de kar dikin nas dikin, ji xwe ew yek rêxistinin. Tenê ji bo propagandeyê û ji bo raya Giştî van daxûyaniya didin. Herweha ew dizanin ku hêzên hevpeyman û Amerikî ji van kiryaran acizin ,ji bo vê yekê van daxûyaniyên durû didin.

Beriya niha ENKSê, Ciwanên Şoreşger ku rêxistinek îdiyolijî û serbazî ye, tometbar dikir lê heya niha ti kes ji ber bûyerên bi vî awayî nehatine girtin û desteserkirin.

Rêxistinek ku dibêjin Ciwanên Şoreşger, ,eteyên ku ji kolana hatine kom kirin û raste rast girêdayê Qendil terorê dikin. Di bingehê xwe de kiryarên çeteyên PKKê li rojavayê Kurdistanê berdewamiya xwepêşandan û tundî û tujiya PKK li başûrê Kurdistanê dikê ye.

Back to top button