Pira Navbera Axreşkê û Şêxan

 

Zarathustra Gabar ÇIYAN

 

Demek e ku min pirtûkek wisa bi heyecan û kêşar nexwendibû. Mirov, ji destpêkê heta rûpela dawî pê re dibe heval, gelek caran heyecan û cîhana nivîskarî parvedike. Dema qala cîh û deverên serpêhatiyê, bîranîn xwe û lehengên nasdar dike, xwendevan dixe ber pêla heyecanê, dike gerokê/a dema çîrokan û mirov bi buyeran re dijî. Pirtûk, bi nimûnek ji ”Dadgeha Rizgariyê” li Amedê, plan û lîstikên li dijî Evdelê Silêman destpê dike. Paşê çîroka pîra sêrbaz, serpêhatiya Izedînê Osman, hevdîtina Cegerxwîn û bîranînên nivîskar bi Musa Anter re tên. Mirov dest bi xwendina pirtûkê dike, nikare ji destê xwe deyne hetanî rûpela dawî. Her serpêhatî û bîranînek ji pirtûkê tamekî guhertî dide xwendevan. Rûpelên dîrokî tekûz dike û serdema xwe ronî dike. Ez qala berhema nivîskar Bro Omerî, kitêba ”Pira navbera Axreşkê û Şêxan dikim. 

Nivîskarê hêja Bro Omerî (Operator Dr. İbrahim Yıldırım) di 1942 de li herêma Omeriya hate dinyê. Piştî xwendina destpêkê û navîn, zanîngeha tibê li Istanbulê diqedîne. Demekê di nexweşxaneya Mêrdînê kar dike. Dikeve ber pêla zilma cunta leşkerî ya 1980 î û pir tadeyî lê tê. Ji bilî girtin û zexta li ser, tê sirgonkirin. Bi vegera welêt re, li Mêrdîn û Qoserê dixebite. Doktor Omerî debara malê bi doktoriyê dikir û li aliyê din li ser çand û edebiyata kurdî kur dibû. Di di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî belav dibûn. Û bi helbestvaniya xwe jî bala xwendevanan dikişand. Di demek wisa de ku kar û xebatên hêja dikir, êşa dilê wî lê giran bû û çû ser dilovaniya xwe (2007). Piştî wefata Bro Omerî, gelek ji helbest û nivîsên wî, ji aliyê keça wî, mamosteya hêja Mehtap Yıldırım ve hatin kom kirin. Pirtûkên wî hatin belavkirin. 

Di berhema ”Pira Nevbera Axreşkê û Şêxan” de cî dide serpêhatiyên piştî avakirina komara Turkiyê, bi taybetî  rewşa kurda, ronakbîr û serekeşîran. Plana dervekirina Evdelê Silêman, balê dikşîne ser fen, plan û bêbextiyên sîxurên li herêmê û ”Dadgeha Rizgariyê” (istiklal mahkemesi) li Amedê.

Beşek baş ji pirtûkê ji bîranînên Bro Omerî û Musa Anter pêk tê. Her çiqasî Anter di xatiratên xwe qala jiyana xwe li Istanbulê, mala Suadiyê bike jî, agehdarî gelek caran bi giştî, kin û kûrt in. Xatiratên Dr. İbrahim bi Antêr re, rûpelên winda yên dîrokî û giring tekûz dikin. Ji ber ku Bro Omerî ji aliyê malbatî nêzî Musa ye, mecalê dide xwendevanan ku rehmetiyê Anter ji hêlên din jî binasin. Li ser kurbûn, henekbêjî, nêrîna li jiyanê û mutewazîbûna wî, bibin xwedî dîtin. 

Dr. Bro Omerî, di bîranînên bi Musa re, qala aliyekî balkêş yê Antêr dike. Hezkirina xwezayê, dar, der û dor. Xwedîkirina heywanan. Kûçik û pisîka li malê derdixine pêş. Esaleta kûçika malê û nexweşiya ”Kejê”, tedawiya baytêr û mudaxeleya giranbuha, mirina wê û peydekirina heval û dostek e dina nêz li malê, bixêrhatina”Îrma”yê, dikarin bibin naveroka fîlmekê. Pisîkê malê ”Gulo”kê û nobedariya wê ya çîçikan, nêzîkbûna pisîkê li mêvanan û Apê Musa dîmenên şêrîn û pir rengîn in. Nikarin bêne jibîrkirin. 

Evîna rehmetiyê Apê Musa ya xwendin û ronîkirinê tu sînor nas nedikir. Buyerek di pirtûkê de, helwêsta Apê Musa baştir derdixîne holê. Çavên Musa Anter kûl dibin, tê sînorê ku roniya çavên xwe winda bike. Lê Anter, ji êşa çavên xwe bêhtir bi xwedina pirtûkan mijûl e. Dost û kesên nêz gazinan jê dikin ku li doktoran guhdarî bike û navberekê bide xwendinê. Anter jî nirxê xwendinê derdixîne pêş û dibêje: ”Çavên bi kêrî xwendinê neyên bêxîret in. Ma ez ê çi bikim ji çavên bêxîret û nekirkêr.” 

Di heman berhemê de, fedekariyên Apê Mûsa û nêzîkbûna wî li xizm û dostên pir nêz jî tê ronîkirin. Bro Omerî û Apê Musa baştir dinase.

Pirtûka Bro Omerî têra xwe bi nirx e, balkêş e. Bi kurdî hatiye nivîsîn û 112 rûpel e. Di nava weşanên Avesta de berî niha derket. Berhemek wisa divê bê xwendin…

EuroKurd News/ Cîhana Weşana

Nerîna min :