Pinheiro: Êrîşên Tirkîyê bandorek mezin li sivîlan kiriye

Serokê Komîsyona Lêpirsîna Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî Paulo Pinheiro ragihand ku dewleta Tirk êrîş biriye ser gelek cîh û warên sivîlên li Rojava û van êrîşan bandor li jiyana bi sed hezaran sivîl kiriye.
Di 78 emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Serokê Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navnetewî Paulo Pinheiro axivî û anî zimên ku şerê li Sûrîyê gihîştiye asta herî nebaş a salên dawî û ji bo sivîlan encamên giran bi xwe re anîye. Pinheiro got: “Li Sûrîyê şerê
Pinheiro, anî zimên ku Tirkîye bombardûmanek giran li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (QSD) de kir û got: “Di van êrîşan de stasyonên av û elektrîkê hatin xerabkirin. Vê yekê bandor li sed hezaran sivîl kiriye”.
Pinheiro anî zimên ku ji bo dawî li şerê li Sûrîyê bê anîn divê civaka navnetewî erka xwe bi cîh bîne.


