Pileya hezaran Pêşmerge tê bilindkirin

Wezareta Pêşmerge ragihandiye wê pileya 6 hezar Pêşmergeyan were bilindkirin. 

Sekreterê rojnemevaniyê yê Wezîrê Pêşmerge aşkere kiriye bi fermana Wezîrê Pêşmerge wê pileya 5 hezar 787 piledar û Pêşmerge were bilindkirin.

Ligor fermana Wezîrê Pêşmerge ku wêneyekî wê ji bo BasNewsê jî hatiye şandin ew kesên pileya wan hatine bilindkirin ser bi dîwana Pêşmerge û lîwayên Pêşmergeyan ne.

Bilindkirina pileya wan piledar û Pêşmergeyan wê ligor lîste pilebilindkirina îlona 2021ê were pêk anîn. Herwiha bi bilindkirina pileyan wê mûçeya wan piledar û Pêşmergeyan jî were zêdekirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: