PolîtîkRojev

Serok Barzanî û berpirsa Amerîkî rewşa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin

Serok Barzanî pêşwazî li Nadine Maenza, Seroka Komisyona Amerîkî ya Azadiyên Olî ya Navdewletî kir û di civînekê de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û peywendiyên navbera aliyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Îro Yekşembê 16ê Çileya 2022an, Serok Mesûd Barzanî li bajarokê Selahedîn ê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li Nadine Maenza, Seroka Komisyona Amerîkî ya Azadiyên Olî ya Navdewletî kir û reşwa navçeyê, babetên girêdayî azadiya olan û pêkvejiyana pêkhateyab li Kurdistanê û berdewambûna kultura pêkvejiyanê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, “di civînê de Seroka Komisyona Amerîkî ya Azadiyên Olî pêzanîn hebû bo siyaseta serok Barzanî û rola dîrokî ya malbata Barzanî di kûrkirina pêkvejiyana olî û parastina azadiya netewî û olî li Kurdistanê. Herwiha qurbanîdana Hêza Pêşmerge di şerê DAIŞê û mêvandariya xelkê Kurdistanê û vehewandina sedan hezar awareyan bilind nirxand.”

Di civîna Serok Barzanî û Menza de, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî hatiye gotûbêjkirin.

Baregeha Barzanî têkildarî vê yekê di daxuyaniya xwe de dibêje, di beşeke din a hevdîtinê de, “rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa jiyana xelkê û peywendiya navbera aliyên siyasî yên Kurdî yên Sûriyê hatin gotûbêjkirin.”

Berî ku Nadine Maenza, Seroka Komsyona Amerîkî ya Azadiyên Olan a Navdewletî bigihêje Herêma Kurdistanê, ew bi serdanekê li Rojavayê Kurdistanê bû û li wê derê ligel berpirsên Rêveberiya Xweser, partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û ji wan jî Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd (PYNK) civiyabû.

Back to top button