Polîtîk

Peywendiya Kurdistan û Tirkiye bihêztir dibe

Herêma Kurdistanê û Tirkiye tekez li ser bi hêziya peywendiya di navbera xwe de dikin û radigihînin ku ew peywendî bi hêztir jî dibin.

Pewendiya dostaneya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiye çendîn waran li xwe digre û ya dawî jî rêdana peywendiya bazirganiya di navbera her dû aliyan bû.

Piştî ku roja şemiyê Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê serdana bajarê Wanê kir û li gel Ahmed Davudoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye civiya, her dû alî ragihandin ku peywendiya wan li warê ûze û enerjiyê de bi hêztir û xûrttir dibe.

Herêma Kurdistanê xwediyê boriya xwe ya nefte û li rêya wê boriyê li destpêka îsal de wê neft dişanda bendera Ceyhan. Lê belê bi sedema siyaseta Bexda û astengî dirustkirina proseyê hê jî nefta Herêma Kurdistanê li bazarên cîhanê nehatiye firotin.

Back to top button