Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê û Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye piştî bernameya xwe li nava bajarê Wanê li cafeterya ya bi navê Kahve Diyari pêkve qehwe vexwarin.
Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê û şanda li gel ku ji sê parezgerên Kurdistanê pêkhatibûn li Rescate Otel li gel Ahmet Davutoglu Wezîrê Derveyê Tirkiye pêkve taştê xwaribûn û hevdîtinek pêkanîbûn. Piştî hevdîtinê şanda mîhvan li cafeteryayeke li nava bajarê Wanê ya bi navê Kahve Diyari bîhnvedana qehweyê dan û pêkve qehwe vexwarin.
Piştî bîhnvedana qehweyê Barzanî û Davutoglu ji bajarê Wanê veqetiyan û çûne Ercîşê û ji wir jî çûne Enqere.