NY konferansek di derbarê Helebçeyê saz dike

Îro li bajarê Geneva paytexta Swîsre konferansekî navdewletî li ser doza Helebçeyê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî(NY) ve tê saz kirin.

Li vî derbarî de Hakim Aso Mihemmed Sofî eşkere kiriye ku îro dûşem li Genev li bîranîna 26 saliya kîmyabarankirina Helebçeyê da, Neteweyên Yekgirtî konferansek saz dike. 

Eve yekem konferanse ku Neteweyên Yekgirtî bi hevkariya Nûnerayetiya Hikumeta Iraqê û 10 rêxistinên civaka medenî rêkdixe ku têda nûnerên hejmarek dewletên Neteweyên Yekgirtî û hejmarek pîspor li warê jenosayd de beşdarî têda dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: