Polîtîk

Barzanî: Xwîna Kawa Germiyanî wenda nabe

Berî nîvroya îro dûşem 17.03.2014 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya malbat û kesukarê rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî kir.

Li vê hevdîtinê de malbata rojnamevanê Şehîd Kawa Germiyanî ji bo bi dûvdaçûn û xemxwariya rêzdar ya ji bo doza terorkirina Şehîd Kawa Germiyanî spasiya Serok Barzanî kirin û ji bilî wê behsa naveroka birêveçûna lêkolînê ya li tometbarên terorkirina Şehîd Kawa Germiyanî kirin û daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku bi hemû şiyana xwe ve ji bo peydakirina tawanbaran û sizadana wan kesên ku li pişt encamdana vê tawanê ne piştgiriyê bike.

Li beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina wan û kir û hevxemiya xwe bi kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî ragihand û balkişand li ser wê yekê ku Kawa Germiyanî kesekî bêtawan û pak û bêgerd û zarokê malbateke nîştîmanperwer û qurbanîder bûye û terorkirina wî tawanekî mezin û dirindaneye. Serok Barzanî hêviya wê yekê xwest ku proseya dadgahîkirina tometbaran bigihe encamê û tawanbar bêne eşkere kirin bo ku beşek ji êş û janên kesukarê Şehîd bêne pêçan û kevandin. Serok Barzanî daxwazê li malbata Kawa Germiyanî kir ku bê hêvî nebin û ji wê yekê bawer bikin ku tawanbaran dê bigihin sizaya xwe û xwîna Kawa Germiyanî wenda nabê û piştgiriya xwe ya tevahî jî ji bo daxwazên malbat û kesukarê Şehîd Kawa Germiyanî dûpat kir.

 

Back to top button