BBC: Li Rojava cemawerê PDKê ji PYDê zêdetir e
Televizyona BBC a Brîtanîyaê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û derbarê rewşa wê derê de raportek belav kir. Di raportê de tê gotin ku tevî serdestiya serbazî ya PYDê, lê cemawerê PDKê li wê beşa Kurdistanê zêdetir e.
Peyamnêrê navdar ê televizyona BBC Jim Muir di serdanekê de bo Rojavayê Kurdistanê, behsa jiyan û rewşa wê derê dike û balê dikşîne ser şerê di navbera PYD û grûbên Îslamî de. Mawer wiha dibêje:
– Berpirsên YPGê, baskê leşkerî yê PYDê, dibêjin ku heta niha zêdeyî 500 şervanên wan di şerê dijî çekdarên Dewleta Îslamî û Cepheya El-Nusra de hatine kuştin.
Aldar Xelîl ku berpirsekî payebilind ê PYDê ye ji rojnamevanê BBC re wiha dibêje:
– Dibe ku cudahiya me siyasî digel aliyên din ên mixalefetê hebe, lê pirsgirêka me ya serekî digel grûba wek Dewleta Îslamî û Cepheya El-Nusra ye ku ser bi El-Qaîdeyê ve ne, ew dixwazin Sûriyê bikin bingehe xwe yê serekî û em li dijî wan radiwestin, ji ber eger heye wan biryareke stratejîk dabe ku şerê me bikin û navçeyê kontrol bikin.
Peyamnêrê BBC Jim Muir, derbarê peywendiyên navbera rijêma Esed û PYDê de dibêje:
– Dema li nav bajarê Qamişlo digerî, gumanên hebûna têkeliyên navbera rijêmê û PYDê zêde dibin. Wêneyekî mezin ê serokê Sûriyê Beşar Esed li ser Fermangeha Posteya Qamişloyê ye. Binkeyekî zilamên rejîmê li navenda bajêr heye û derdora firokexaneyê jî kontrol kirine. Peykerekî Hafiz Esed ê bavê serokê Sûriyê, li meydaneke qerabalix e û yek ji wan peykerên kêm ên Esed e ku ji destpêka raperînê ve nehatiye destkarî kirin.
– Efserên polîsên nehênî yên Sûriyê (Muxaberat) ku çakêtên reş li wan e, bi awayekî normal di bazgehên asayîşa PYDê re derbas dibin. Çendîn nîşan û belge li ser peywendî û hevahengiya di navbera dewleta Sûriyê û çekdarên Kurd de heye. Li hemû navçeyên Kantona Cizîrê, mamosta, karmendên nexweşxaneyan, karkerên şaredariyê û fermanberên din meaş ji hikûmeta Sûriyê werdigirin û hemû mameleyên hevwelatiyan jî bi rêya fermangehên dewletê li bajarê Hesekê tên kirin.
Peyamnêrê BBC di dawiya raporta xwe de wiha dibêje:


