Endamê seroaktiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di hevpeyvîneke xwe de li ser pirsa çekdananê got: ”Eger Serok Apo di vê rewşê de û ji zêndanê ferman bide PKK çek dane, gerîla wê fermanê cîbicî nakin û çek nadeynin”.
Murad Karaylan endamê serokatiya KCKê di hevpeyvîneke xwe de digel kenalê Stêrk TV behsa rewşa PKKê û pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê kir û got ku, hindî rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê di zîndanê de be gerîlayên PKKê çekê xwe teslîm nakin:
– Hikûmeta AKPê ji bo pêşdebirina pêvajoya aşitiyê pêngavên girign neavêtine û gelek caran agirbest şikandiye. Eger hikûmet li pêş hilbijartinan pêngavên pêwîst ji bo pirojeyê pêvajoya aşitiyê neavêje, pêroje hemû têkdiçe.
Karaylan got ku, heta Ocelan û tev zîndaniyên siyasî neyên azadkirin, PKK çek nadeyene, rêya çekdananê ewe ku, bi beşdariya Ocelan kongireya giştiya PKKê bê girêdan û di kongireyê de biryara çekdananê bê dan:
Wî got jî ku, eger Ocelan di vê rewşê de û ji zîndanê fermana çekdananê bide, çekdarên PKKê wê fermana Ocelan cîbicî nakin.