PolîtîkRojev

Peyamek ji serokê herêma Kurdistanê

Zincîre êrîşên DAIŞê yên şeva borî li Bexda, Diyala, Selahedîn û Kerkûkê li ser hêzên çekdar ên Iraqê û polîsên federal, ku di encamê de 7 şehîd û zêdetirî 20 birîndar bûn, alarmeke cidî ye.

Tevger û bihêzbûna DAIŞê û berfirehkirina êrişên wê metirsiyeke rasteqîne li ser asayîş û aramiya tevahiya Iraqê çêdike, ku divê bi awayekî cidî were dîtin û bi biryar bersiva wê were dayîn. .

Ji bo rûbirûbûna metirsiya DAIŞê pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya bi bandortir di navbera artêş, hêzên çekdar, Pêşmerge û dezgehên ewlehiyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê de heye. Divê hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be

Rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraqê hewce dike ku hemû hêz û aliyên Iraqî bi hev re li ser pirsgirêkan derbas bibin û êdî aloziyên siyasî nebin sedema têkdana ewlehî, aramî û bihêzkirina zêdetir a DAIŞê.

Ez ji malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

2022/7/2

Back to top button