PolîtîkRojev

Komele:Hinek pêşmergeyên me dil hatin girtin

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komele) da xûyakirin ku,hinek pêşmergeyên wan li Rojhilatê Kurdistanê parêzgeha Urmiyê ketine kemîna pasdarên Îranê û hinek ji wan dil hatine girtin.

Sekreteriya Komîteya Navendî ya Komeleyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de da zanîn ku grûpeke Pêşmerge li navçeyên Soma û Bradost a parêzgeha Urmiyê ketin kemîna hêzên Îranê û dîl hatine girtin.

Komeleyê di derbarê bûyerê de da xûyakirin kuî di derbarê vê bûyerê de rojên pêş agahdariya berfireh ragihînin.

Back to top button