Cîhan

Peyama Yekêtiya Ewropayê

Di peyamekê de ku, li roja 10 vê mehê hatiye weşandin, Yekêtiya Ewropayê bi dijwarî gef û êrîşên terorîstên DAÎŞ li Îraqê şermezar dike û dibêje ku, welatên endam di Yekêtiya Ewropayê de bi wezîfeya xwe dizanin ku,  alîkariyên mirovî û pêwîst bo zerermendan, koçberan û lêqewmiyan dabîn bike

Yekêtiya Ewropayê dibêje: ”Têkçûna bilez ya rewşa mirovî ya bi sed hezaran hevwelatiyên medenî, bi taybetî rewşa wan nînorîteyên ji tirsa çewsandinê û binpêkirina mafên bingehînên mirovî ji deverên şer reviyane, em şok kirin.

Li gor peyama Yekêtiya Ewropayê, hindek ji wan tawanên dijî xelkê sivîl ji aliyê DAÎŞ ve hatine encamdan,  dikare weke tawanên dijî mirovatiyê bên hisab kirin û divê bilez lêkolîn li ser wan tawanan bê kirin daku lêpirsîn digel tawanbaran bê kirin.

Yekêtiya Ewropa dê bi dabînkirina alîkariyên mirovî yên acil bo şêniyên medenî, bihevkarî digel şirîkên xwe yên navdewletî, rabe û daxwazê ji gişt aliyan dikîn ku, yasayên mirovî yên navdewletî biparêz in û ji bona guhastina hevkariyan û piştrastbûn ji gehiştina alîkariyên mirovî hêsankariyan bikin.

Back to top button