Civak

Peyama xelifê Şêx Seidê Pîran û warisê mela Seîdê Kurdî

Xelifê Şêx Seidê Pîran û warisê mela Seîdê Kurdî di peyamekê de bûyera terorîstiya bajarê Hewlêrê (29.09.2013) bi dijwarî şermezar dikin dibêje: ” Em li ser navê alimên mubariz û ciwanên têkoşer û  raya giştî ya peyrewên her du Seîdan  li seranserê Kurdistanê û hemû cihanê êş û jana vê felaketa diltevizîn bi birayê xwe yên Başûr ve parve dikin.”

Ev li jêr teksta peymê:

Peyama Sersaxiyê

Mixabin, me ev bûyera pir xemdar û dilşikên ku li Hewlêra paytext rûda bi xemgîniyeke zêde bihîst. Em li ser navê alimên mubariz û ciwanên têkoşer û  raya giştî ya peyrewên her du Seîdan  li seranserê Kurdistanê û hemû cihanê êş û jana vê felaketa diltevizîn bi birayê xwe yên Başûr ve parve dikin.

Em ji bo şehîdan bihişta firdews, ji bo birîndaran noşîcanê û ji bo kes û karên wan semax û bêhnfirehiyê ji Xwedayê mezin lava dikin.  Em ji Qehheharê zulcelal hêvî dikin ku van xûnxwarên destçepel li vê cîhan û axretê rûreş û şermezar bike!

Divê bête zanîn ku ev nemerdên ku xwe bi dewleta Îslamî ya Iraq û Şam didin  nasîn bermayên rejima Be’sa Seddam in. Têkiliya  wan ne ji nêzîk ve ne ji dûr ve di gel Îslamê nîne. Piştî ku rejima wan li Iraqê wergeriya,  perda Îslamê bi ser xwe ve dakirin û navên pîroz li xwe kirin û bi vê hêncetê  ciwanên bê ezmûn ji gelek deverên cîhanê li dora xwe kom dikin da  ku tola xwe ji Kurdan hildin. 

Em dixwazin ku cihana Îslamê vê sextekariyê  bibîne û ciwanê xwe nenêre şerê Kurdan.

Îro Kurdistan, di nav cîhana Îslamê de ciyê herî aram e. Çand û  kevneşopên Îslamê ji her deverê bêtir tê de têne parastin. Kuştin û talankirina Kurdistayan di şerîe’ta Îslamê de bi tu rengî helal nabe.

Divê cankujên bedkar û hemû dost û dijmin bizanibin ku gernasên Kurdistanê yên   milhesin û dilpola bostek xak ji Kurdistana azad bi dev  tu kesî ve bernadin û di beşên bindest jî bi destûra Xwedayê mezin rizgar bikin. Kurd ji mirinê natirsin.

Serê kak Mesûd  û hemû ewladên Kurdistanê sax be.

Ya rebbî ji bona civaka mirovatiyê xweşî û aştiyê ferman bike.

 Amîn.

 

Xelifê Şêx Seidê Pîran û warisê mela Seîdê Kurdî

Silêman Mistefa Ehmed

Amed / Kurdistana Bakur

Tarîx : 24ê Zilqadeyê  1434/1ê Cotmeha 2013 Sêşem

Back to top button