IMPR êrîşa Hewlêrê gefeke ser demokrasiya Kurdistanê

Rojeva Kurd: Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) di derbarê pêvajo hilbijartin û encamên hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê de raporek belavkirine û her wiha di raporê de balkişandine li ser êrîşa terorîstiya Hewlêrê ku wê êrîşê wekî tehdîd û gefeke li ser demokrasiya Kurdistanê bi nav kiriye.
Rapora bi navê (Hilbijartinên Parlementoya Herêma Kurdistanê û Guftûgoyên Hevpeymanî û Bandora wê ya li ser Tirkiyê) ku ji aliyê Dr Aziz Barzanî Mamosteyê Zanîngeha Selaheddîn û Şêwirmendê Hewlêrê yê Navenda Aştiya Rojhilata Navîna Navdewletî (IMPR) û Doç Dr. Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî (IMPR) û Endamê Perwerdeya Beşa Pêwendiyên Navdewletiyê Zanîngeha Abant İzzet Baysal hatiye amadekirin. Di raporê de balkişandiye li ser pêvajoya hilbijartinê û encamên hilbijartinên 2013 û encamên hilbijartinên sala 19.05.1992 û heta hilbijartinên 2013 û bi awayeke zanistî û akademik hatiye amadekirin.
Her wiha rapor balkişandiye li ser qonaxa pêşketî û serketiya hilbijartinên parlemena Kurdistanê wiha dide zanîn: Mixabin piştî hilbijartinê 29 ê îlonê êrîşa terorîstiya li dijî Wezareta Navxwoya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da diyar kirin hinek hêz ji aramiya Kurdistanê nerazîne. Her wiha ev êrîşa ku hatiye kirin tehdîd û gefeke mezine li ser hêzên demokrasiya Kurdistanê.