
Eymen Alsefedî wezîrê derve û karûbarên koçberan yê hikûmeta Urdinê, di peyameke sersaxiyê de, ji bo wefata xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî, sersaxiyê ji Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dixwaz e.Teksta peyama sersaxiyê:Birêz: Cenabê Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistan-ÎraqCenabê birayê birêzSilaveke gerimBi xem û kovaneke mezin nûçeya wefata birayê we xwedêjêrazî, bi îzna Xweda, birêz Dilovan Îdrîs Mistefa Barzanî gihişt me, ku di roja 02.04.02018ê wefat kir.Rê bi me bidin em rastgotirîn hesta hevsozî û sersaxiyên xwe ji bo wefata birayê we xwedêjêrazî nîşan bidin, Em ji xwedayê mezin daxwaz dikim xwedêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe.Di vê kovana mezin de em xwe bi hevxemê we dizan in û daxwazê ji Xwedayê mezin dikin we biparêze, xweragirî, aramî û dilrehetiyê bi we bibexşe.Eymen AlsefedîWezîrê derve û karûbarên koçberanŞanişîna Urdina HaşimîNîsan 2018