Polîtîk

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Şêx Nehro Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz Şêx Mihemed Şêx Abdulkerîm Kesnezanî Serokê Terîqeta Qadirî Kesnezanî li cîhanê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn ve pirse û serxweşiyên xwe pêşkêşî we û malbata we ya birêz û hemû dost û nasên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Şêx Mihemed bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
04.07.2020

Back to top button