Kultur

Li Kurdistanê kargehên doşava tamata dest bi kar kirin

Du kargehên berhemanîna doşava tamata li Herêma Kurdistanê amadekariyê dikin bo ku dest bi kar bikin û her kargeheke ji wan 100 helên kar direxsênê, ji bilî wê yekê ku berhemên navxweyî jî dikire.

Kargeha doşava tamata ya li Herîr li gel kargeha doşava tamata ya Şarezûr, ew du kargehin ku niha dest bi kar dikin.

Kargeha doşava tamata ya Herîrê mezintirîn kargehê Iraqe, dikare rojane 150 ton tamata bike 25 ton doşav û hela kar ji bo 100 kesan peyda bike. Kargeh li sala 1979 hatiye çêkirin û sala 2006 kompanyayek kiriye û guhertinê li amêran de kiriye, ji bilî tamata, kargeh dikare hemû cûre meyveyek bike şerbet û qutûbendî û paket bike.

Li Kurdistanê bi giştî sê kargehên doşava tamata hene, Herîr, Şarezur û Koye, dikarin rojane li van kargehan de 500 ton tamata bikin 50 ton doşav, eve ji bilî wê yekê meyweyên din dikarin bikin şerbet û qutûbendî û paket biki. Her sê kargeh dikarin 300 hela kar ji bo kesên bêkar peyda bikin.

Back to top button