Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta bîranîna mewlûd û jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî :
Bi boneya bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiya herî germ arasteyî Misilmanên Kurdistan û cîhanê dikim.
Ez hêvî dikim, bîranîna jidayîkbûna Pêxember, bibe havêna xêr û xweşî û bextewerî û bihêzbûna nirx û bingehên bilind û ruhî yên olî, weke lêborîn û pêkvejiyan û hevqebûlkirin û dadperweriyê.
Bîranîna jidayîkbûna Pêxember, pîroz be û Xwedayê mezin, gelê Kurdistanê û mirovahiyê bi giştî, ji hemû nexweşî û azaran biparêze.