PolîtîkRojev

Agahdariyên ne rast didin Erdogan

Li Tirkiye û bakûrê Kurdistanê rojane behsa hilbijartinên pêşwext yên Parlementoya Tirkiye û serokkomariya Tirkiye tê kirin. Li gora vê yekê jî gelek rapirsîn ji aliyê dezgehên lekolînan ve têne li darxistin û encamên rapirsîna têne diyarkirin. Lê partiyên siyasî vê yekê li gora xwe dinirxînin. Ji ber ku her partiyek bi hinek dezgeha rapirsîna dide kirin û encamên wan eşkere nakin.

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan ji berî dest serdana xwe ya Angola bike li balefirxaneyê daxûyaniyek da û behsa encamên rapirsîna kir.

Erdogan di derbarê rapirsînên ji bo hilbijartina têne kirin got: Rapirsîn gelek cara wek operasyonek psîkolijîk di civatê de têne kirin.Em ji vê yekê gelekê acizin ,lê hîne van tişta bûne. Tu baweriya min li dezgehên ku rapirsîna çêdikin nemaye, min ji berî niha jî ev ji were gotiye. Di hilbijartinên dawî de tu dezgehê lêkolîne encama hilbijartina texmîn nekir. Dema ez wek serokkomar hatim hilbijartin jî ev yek gelek vekirî derket holê.

Berpirsê dezgehê Lêkolînê yê ORC Mehmet Postekî di vê derbarê de bersiva Erdogan da û got: Em ne ji xwe de dibêjin agahdariyên ne rast didin serokkomar.

Mehmet Postekî di Twitterê de vîdeoya ku Erdogan dibêje baweriya min li encama rapirsîna nemaye belav kir û got: Me hilbijartinên 2018ê de encama hilbijartina gelek nêzik texmîn kir. Me di rapirsîna de encamên rast destxistin. Ev yek ji aliyê serokê pewendiya yê serokkomariya Fahrettin Altun ve jî di bernameyek televizyonî de hate teyid kirin. Gelek dezgehên medyayê behsa vê serketina me kir. Em ne vale dibêjin ku; agahdariyên ne rast didin serokkomar…

Back to top button