CivakRojev

Peyama serok Barzanî ji bo mewlûda Pêxember

Serok Barzanî bi minasebeta bîranîna jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir.

Peyama serok Barzanî:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê mezin, Hezretê Mihemed El-Mistefa (silavên Xwedê lê be) pîrozbahiyê li hemû Misilmanên cîhan, Iraqê û Kurdistanê bi taybetî dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaxkarim ev boneya pîroz bibe sedema kûrkirina giyanê lêborîn, pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî li seranserê Iraq û navçeya me.

Ji Yazdanê mezin dixwazîn di vê boneya pîroz de, deriyê xêr, bereket, xweşiyê û aştiyê di rûyê gelê Kurdistanê û gelên navçeyê de veke û aştî û aramî li cîhanê û navçeyê belav bibe.

Mesûd Barzanî

17ê Cotmeha 2021

Back to top button