Civak

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya roja jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14Îlonê bi boneya roja jidayîkbûna pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin), peyamek belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ez hêvîdarim ku ev cejna pîroz, bibe sedema bexteweriyê û xurtkirina çanda yekîtî, hezkirin, xêrxwazî ​​û pabendbûna bi nirx û akarên aştiyane yên ola pîroz a Îslamê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

14.09.2024

Back to top button