Peyama serokê kurdistanê

Serok Nêçîrvan Barzanî bi helkefta koça dawî ya Pêşmergeyê dêrîn û kesayetiyê navdar Mistefa Nêrweyî, peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî kir ku eve jî naveroka wê ye:

Malbata rêzdar ya xwedê jêrazî Mistefa Nêrweyî

Oxira Pêşmergeyê egîd û dêrîn Mistefa Nêrweyî, em gelek xemgîn kirîn. Behîdarî û sersaxiyê li we yên rêzdar û hemî hevçeperên wî dikîn, ji dil hevxem û hevsozên we yên rêzdarîn.

Mistefa Nêrweyî ji malbateka navdar û yek ji Pêşmergeyên destpêkê yên şoreşa Îlonê bû, bi dilsozî û mêrxasiya xwe bibû cihê baweriya Barzaniyê Nemir û serkirdayetiya şoreşê, her wiha fermandeyekê cihê baweriya Pêşmerge û xweşdiviyê xelkê bû.

Dema ketina şoreşa Îlonê, her bi xweragirî ma û di şoreşa Gulanê da jî gelekê çalak bû, rolekê mezin di serhildana adara 1991 ê di çarçoveya Bereyê Kurdistanî da, dît. Birastî mînakeke xweragirî û mêrxasiyê bû.

Mistefa Nêrweyî bi xebata xwe ya dûr û dirêj, bi qehremanî, egîdî û wefadariya xwe, dê hertim di bîra me û hemî hevçeperên xwe û xelkê da zindî bimîne.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
09/12/2020

Nerîna min :