Cîhan

Brukselê hêviya Tirkiye têkbir

Civîna wezîrên derve yên Yekitiya Ewropa biryara sizadana Tirkiye da. Di civînê de helwesta Tirkiye ya rojhilata Behra Sipî hate nirxandin û biryar dan ku di derbarê Tirkiye de ji bo civîna serokên Yekitiya ewropayê dosyakî amade bikin û pêşniyarên xwe bidin civîna seroka. Ji ber ku biryara dawî di civîna serokan de tê dayîn.

Li gora Reutersê,wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê dibêjin ku, heta Adara 2021ê pêwendiyên li gel Tirkiye serast nebin dê sizayên giran werin rojevê. Helwesta seroka demkî ya yekitiya Ewropa gelekî girînge,ji bo vê jî seroka Demkî Merkel gelek bi hesab hereket dike û dibêje:Eger di hevdîtinên li gel Tirkiye encamek baş dernexê holê,emê mecbur bên ku hinek tedbîra bigrin.

Back to top button