Polîtîk

Peyama serokê hikûmetê bi minasebeta hilbijartinan

Bi minasebeta destpêkirina kampaniyaya hilbijartinên parlamentoya Îraqê , Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê payamek pêşkeşî xelkê Kurdistanê kir:

Xelkê bi şerefê Kurdistanê.
Hizib û qewareyên siyasiyên beşdar di hilbijartinan de.

Bi minasebeta destpêkirina kampaniyaya hilbijartinên parlamentoya Îraqê, ciwantirîn pîrozbahiya pêşkeşî hemû gelên Îraqê bi giştî û cemawerê bi şerefê xelkê Kurdistanê dikim. Hêvîdarîn ku kampaniyaya hilbijartinê di navbera hêz û qewareyên siyasî de bi awayerî şaristanî dûr ji hevdubirîndarkirinê û di çarçoveyê şîret û qanûnê ku, komisyona bala ya hilbijartinan diyar kirine de, birêve biçe

Em weke hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi hemû îmkanên xwe ji bo pêkanîna atmosferekê aram bo kamoaniya hilbijartina bixebitin. Daxazê ji hemû qewareyên siyasî dikîn ki bi qanûn û rênîşanderên saziyên îdarî û emnî yên hikûmeta herêma Kurdidtanê ve pabend bin. Da ku vê kampaniyayê bikîn karnevalekî xweşî û şadiyê ji bo gelê me û em hemû ji bo ku xelkê Kurdistanê bi gerimî û bi canê tekoşînê beşdariyê di hilbijartinan de bikin û nûnerên xwe ji bo parlamentoya Îraqê hilbijêr in, em hemû alîkar bin.

Eger hilbijartin weke piroseseka demokratîk ji bo hin gelan maf be û beşdarîkirin di hilbijartinan de mimarisekirina mafê demokratîk be, hîngê ji bo me kurdan wezîfeyeke netewî, niştimanî û demokratîk e, ji ber ku hêşta beşek ji mafên xelkê Kurdistanê bidest ve nehatine û gelek arîşe, pirsgirêk û mafên gelê me mane û di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqa federe de bê çareserî mane û berdewam pêwîstiya me bi wê yekê heye ku cîyê kurdan li parlamentoya Îraqê mokim bikîn da ku em bikarbin ji aliyekî bi rêya qanûnê ew destkeftên bi dest me ketine biparêzîn û ji aliyekî din daxaz û mafên din yên xelkê Kurdistanê bidestve bînin ku hêşta bidestve nehatine.

Ev hilbijartin ji bo gelên Îraqê bi giştî û pirosesa siyasiya Îraqê giring in û dê bibib niqteya guherînê di terazûya siyasiya welêt de û dê tesîrê li ser hindav û awayê hukimdariya paşeroja Îraqê bike û diyar bike. Ji ber vê yekê giringe xelkê Kurdistanê li nav herêma Kurdistanê û xwîşik û birayên me li deverên kurdistanîyên dervey îdareya herêma Kurdistanê bi çalakî beşdarî hilbijartinan bibin da ku em bikarbin bi qewareyekî bi hêz li merkezê biryarê beşdar bibin.

Her ji niha û heta roja hilbijartinê hêviya me ji hêz û qewareyên siyasîyên herêma Kurdistanê heye ku bi qanûnê pabend bin, kampaniyaya hilbijartinê li herêma Kurdistanê bikin karnevalê xweşî û şadiyê û serketin û serbilindî ji bo gelê me ye.

Back to top button