Polîtîk

Di wan rojan de konsolosxane tê vekirin

Felah Mistefa berpirsê fermangeha têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê de got: Niha hemû karên fermî û qanûnî ji bo vekirina konsolxaneya Komara Tirkiyê li Hewlêrê timam bûne û di wexteke gelek nêzîk de dê hemû karên vekirinê biqedin.

Berpirsê têkeliyên derve got ku bi vê pêngava hikûmeta Tirkiyyeê dê têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û welatê Tirkiyeyê de bikevin di qonaxeke pêşktî de û got:

– Vekirina konsolxaneya giştî ya Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna aqarekê baş bo xurtkirina têkeliyên abûrî, bazirganî, siyasî, kulturî û rewşenbîrî pêngaveke.

– Hikûmeta herêma Kurdistanê bi vê pêngav hikûmeta Tirkiyeya cîran dilxweş e û hêvîdarîn, ji bona berjewendiyên her du gelên tirkî û herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê, sûd ji wan pêşveçûnan werbigirîn. Herwesa em dixazin peywendiyên me bi welatên cîran û civaka navdewletî re li ser esasê berjewendiyên hevbeş bin.

Mistefa got ku di demeke nêzîk de dê şandeyeke wezareta derve û sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdayê serdanan Hewlêrê bikin û bi awayekî fermî konsolxaneyê vekin

Back to top button