CHAK-Swêdê konferansa xwe pêk anî
Organîzasyona mafê mirovan ya li dijî jenosîd kirina gelên Kurdistanê Kurdocide Watch-CHAK komela Swêdê konferansa xwe ya salane li Stockholmê pêk anî.
Zozan Uzun (Xanima rehmetiyê Mehmed Uzun), Kemal Görgü, Dr. Heiwa Amin, Serokê Dalkurdê Ramazan Kizil, Mistefa Cizîrî, Bayram Kaya, Evin Çetin, Ayar Baki, Serdar Rauf, Şerîfe Gasimnejad, Baban Osman û gelek kesên din di nava beşdaran de cihên xwe girtibûn. Ji Komîteya Karger ya navendî û komîteyên şaxên Kurdistanê jî niwêner beşdar bûn.
Konferans jibo rêzgirtina şehîdên Kurdistanê, bi bêdengiya deqeyekî dest pê kir. Paşê rojeva konferansê hate xwendin û dîwanek ji bo rêvebirina konferansê hate hilbijartin.
Konferansa CHAK Swêd
Li ser nave komîteya karger ya CHAK-Swêdê Kader Nader çalakiyên şaxê Swêdê yê salekî anî zimên. Paşê Hawre Hirani rapora aborî xwend.
Konferans derbasî hilbijartina komîteya karger ya CHAK Swêdê bû. Bi dengên beşdaran komîteya karger ya nû diyar bû. Endamên nû yê Komîteya Karger ya CHAK-Swêdê ev in:
Ramazan Kizil, Zozan Uzun, Hawre Hirani, Jamila Anwari, Seyidxan Anter, Kader Nader, Heiwa Amin, Rizgar Salam û Negin Shekhuislam.
Komîta Karger ya CHAK Swêdê
Piştî hilbijartinê, hejmarek pêşniyaz hatin kirin. Komîteya nû li pêşniyazên hatine pêşkêşkirin guhdarî kir û beşek ji wan hatin niqaşkirin. Ji komîteya karger Ramazan Kizil mafê axaftinê girt û dîtîna xwe wisa anî zimên: ”Divê dezgehên me pirsa organîzebûnê cidî bigirin. Pêwîst e em weke netewe ji gelek aliyan ve organîze bibin û bi zaniyarî xebatên xwe bikin. Dema em xebatên xwe bi rêkûpêk bikin bê guman e ku, em jî dê karîbin cihê xwe di nava miletên pêşketî de bigirin. Hêviya min ew e ku, CHAK jî cihê xwe di nava dezgehên cîhanê de bigire. Ji bo bihêzbûna wê çi pêwîst be em ê bikin.”
EuroKurd News – eurokurd.net