Kurdzanî û Petr Lerch
KURDZANÎ U PETR LERCH – I
Di nivîsên xwe yên berê de min bi kurtî behsa xebatên P. Lerch li ser Kurd u wêjeya Kurd kiribu. Mirov dikane bêje, ko P. Lerch yek ji lêkolînerên zanistîya Kurdzanîyê (Kurdolojîyê) ye di sedsala 19.mîn de. Li gel gellek gotar u nivîsan berhema wî ya herî girîng ev e:
Lêkolînên li ser Kurdan u Xaldîyên bakur yên Îranî.
Ev pirtuk ji du (2) bergan (cîldan) pêk tê. Berga yekemîn di sala 1857an de, ya duwemîn di sala 1858an de li bajarê Petersburgê li Uris çap bune.
Her çiqas di gellek pirtukên li ser kurdan navê wî derbas dibe jî, naveroka xebata wî bi giştî ne dîyare. Her çend min hemu pirtuka wî wernegerandibim jî dixwazim bi dur u dirêjî naveroka pirtuka wî ya serekî pêşkêş bikim. (Pirtuk bi giştî nêzîkî 600 rupêl in).
Ez dixwazim di vê nivîsa xwe de naveroka vê berhema giranbiha pêşkêşî we bikim. Bingeha danasîna min ya vê berhemê çapa Almanî ye. Rupela serî ya berga yekemîn
Lerch çawa dest bi Kurdzanîyê dike?
Di pêşgotina berga yekemîn de Lerch dibêjê, wî di destpêkedê xwestîye xebatan li ser ziman u edebîyata Farisan bike. Têkilîyê efsanyên Îranî u Sanskrît bala wî kişandîye. Lê têgihîştîye, ko ev xebat gellek berfireh e u dê ji bin derbekeve. Piştî xwendina çend gotaran rastî nivîsa lêkolîner Kunik li ser girîngîya Kurdan di lêkonînên derheqê Asur, Babel uyd. tê. Sernivîsa Kunik „Les tribus des Courdes Iranien“ (Eşîrên Kurdên Îranî) e.
Lerch bawer dike, ko pêşketina lêkolînên li ser Asurî u Babîlonî bi lêkolînên li ser Kurdan ve girêdayî ye. Lewra gellek zanayên wê demê, îddîa dikin, ko „Xaldî u Kurd bi hevre girêdayîne (yek netewe ne); gellek an hindek mîrnîşînîyên Asurî die bingeha xwe de Kurd bune“.
Ev îddîana bandorek kur li ser P. Lerch dihêlin. Lerch dibêje : „ Êdî ji vir pêde min biryara xwe girt, karê xwe ber bi dîroka Kurdan bidomînim“. Ji ber vê li çavkanîyan digerre. Di pirtukxana çarê Uris de rastî pirtuka desnivîskî ya Şerefxanê Bêdlîsê „Şerefname“ tê. Serokê pirtukxanê Dorn desturê dide Lerch, ko kanibe li ser vê berhemî bixebite. Gorî Lerch, dîroka Kurdan “ji dîroka komaran/dewletan zêdetir, dîroka hozan/eşîran e; lê di dîroka dewletande roleke gellek girîng lîstine“. Ji ber vê yekê, dest bi lekolînên li ser hozên Kurdan dike. Xebata xwe pêşkêşî komîsyona zanayên akademîya zanîstîya Uris dike. Hindek xebatên wî tên weşandin.
Di kovarekêde (Nordische Biene-23.12.1855) gotarekê bi sernivîsa „Kurd li parêzgeha Smolensk“ dixwîne. Ev Kurd di şerrê navbera Osmanî u Urisde wek hêsîr hatibun girtin u li çend bajarên Uris de wek girtî hatibun akîncîkirin. Lerch daxwaz dike, ko biçe nik van Kurdan li bajarê Roslawl. Daxwaza wî tê qebulkirin.
Hindek berhemên din, yên Lerch jê sud wergirtîye
Lerch dixwaze lêkolînên dîrokê bi lêkolînên zimanî u wêjeyîve bimeşîne. Berî çuyina xwe çend lêkolînan bidest dixe. Yek ji van xebatên Chanykow e. Canykkow konsolosê Uris li Tebrîz bu. Hem li ser zimanê Kurdî gellek materîal berev kiribu, hem jî berhema Saadî „Gulîstan“ li Swucbulak/Mehabad bi Kurdî dabu wergerandin.
Her wisa xebatên Alexander Jaba, konsolosê Uris li Erzerom, bidest dixe. Alexander Jaba di pirtuka xwe de hem behsa zimanê Kurdî, hem behsa eşîrên Kurd hem jî behsa nivîskarên Kurdan dike u xebata xwe werdigerîne zimanê Fransî. (Min li ser naveroka vê berhemê jî gotarek amade kirîye. Di pêşerojêde ezê wê jî pêşkêşî we bikim.)
Bêyî vana Lerch li ser xebata A. Chodzko “Etudes philologiques sur la langue Kurde (dialecte de Suleimanie)“ (Lêkolînên fîlolojîk li ser zimanê Kurdî –şîwa Silêmanîyê- ) disekine.
Petr Lerch di berga yekemînde gellek tekstên (çîrok uyd.) Kurdî çapkirîye. Dibêje:“Min van tekstan, yên paşîyê ne têde, li Roslawl berhevkir…u qasî min kanîbu, wan wergerand“.
Di dawîya berga yekemînde qismek wergera pirtuka Nîzamî „Îskendername“ ji Farisî, wergera „25 gotinên pêşîyan ji Tirkî“bi ich kirîye.
Asas Lerch dixwest, „Şerefname“ ji nuve çap bike. Lê ji ber zêdebuna karê Kurdî, wêjeya Kurdî uyd. dibêje “dibe, ko ez vê armaca xwe nikanibin bicih bînim”. U mixabin, wisa jî tê u Lerch, êdî nikane, Şerefname nujen u çap bike.
Lerch xemgîyîya xwe nîşan dike, ko du berhem neketine destên wî. 1- Pirtuka Guiseppe Campanelli “Storia della Regione del Kurdistan; Constantinapoli-1818”, kî li Istenbolê di pirtukxanêde buye, u 2- Dirkoa Kurdan u zimanê Kurdan, ya ji bal sê mîsyoneran bi Îtalî hatîye nivîsandin. Di wired paşayê Amêdî, Behrem, behsa gellek destnivîsên Kurdî yên berî “700-800 salan” kirîye u hîn bi Behrem re bu ye. Dîyare Lerch li vir qesda pirtuka keşîş Garzonî dike, ku 1787an li Îtalyeyê pirtuka xwe “Grammatica e vocabulario della LINGUA KURDA” . Weke tê zanîn Garzonî 18 salan li Kurdistanê li devera Musil, Amedî u Zaxo maye.
Piştî pêşkêşa Lerch, danasîna xebatên Lerch ji bal B. von Dorn di berga yekemînde cih girtîye.
Dorn naveroka berhema Lerch bi vî awayî dide nasîn:
I- Çîrok u Metelok
a) bi şîwa Kurmancî
1- Wergera 7 çîrokan
2- Wergera 18 metelokan ji Tirkî
3- 2 Çîrok u metelokek
4- Serhatîyên mîrê Palo Abdullah Beg
5- Çîroka evîna serokê eşîra Romî
6- Wergera 6 çîroken bi zimanê Fînlendî
b) bi şîwa Zazakî
1- 3 behsên li ser şerrên di navbera eşîrên Kurdan
2- du çîrok
3- efsana teyrê goîn (kund)
II- Helbest u stran
25 stran, pirranî bi Kurmancî, hindek ji wan bi Zazakî. Naverokên wan pirranî evîndarî u qehremanîye.
Çuyina Lerch bo Roslawl u berhevkirina numuneyên zimanê Kurdî
Lerch, di destpêka 1856ande diçe Roslawl. 11 Heftan li cem Kurdan dimîne u bi wanre dijî.
Di nav girtîyên „Osmanî“ de Tirk, Ereb uyd. jî hene.
Lerch li Roslawl hem dixwaze, Kurdî baş fêr be, hem ji devê Kurdan wêjeya Kurdî berhev bike, hem jî li ser dîroka Kurdan zanyarî tomar bike.
Lerch: „Li Roslawl rastî çend pêncîyek Kurdên gîrtî rats hatim. Li liwayên Tirkî Mêrdîn, Cizîr (parêzgeha hekarî), Dêrsim, Dîyarbekir (parêzgeha Kurdistan), Urfa, Bîrecîk (parêzgeha Heleb), Xarpet, Malatya, Maden, Arabgîr (parêzgeha Xarpet) u Erzerom (heman parêzgeh) ji dayikên xwe bibun“..“Hemuyan bi Tirkî jî zanîbun u fêrî Rusî jî bibun.. Nikanîbun binivîsînin, lê hêdî dikanîbun bixwînin. Nivîsandin bi alfaba Farsî-Erebî dikirin“.
Lerch Kurdan çawa dide nasandin
Lerch, ji qerekter Kurdan u civathezîya wan gellek kêfxweş dibe. „ellek dilnerm, hevalbend, destbirak, rast u xwedîyê sozan xwe bun. Ji civakê pirr hezdikirin. Dema di nav şeqamên Roslawl digerrîan, diketin pîyê hevdu. Di xanîyande 8-12 kes (Kurd u Tirk) diman. Gellek caran mêvandarîya hevdu jî dikirin.
Di civatgirtinande dengbêj hebuya, hemuyan li dengbêj guhdar dikirin. Pirr stran li ser welat u xerîbîyê bu. Bi milletê xwe re serbilind bun. Dema behsa axayên eşîrên xwe bikirana, bê guman behsa başî u mêrxasîya wan jî dikirin“.
Di stranan de evînî, mêrxasî lê her wisa qehremanîya gelê xwe, serhildanên dijî Tirkan jî pêşkêş dikirin. Çalakîyên jinan di van şerrande bilind dinirxandin. Ek ji van stranan li ser serhildana Kurdan li herêma Çîyayê Xerzan bu.“
Lerch: „Vê strana u gellek ên din Hesenê Palo bo min distra u min ji ber devê dinivîsand. Carna di stranande li hinek cihan disekinî. Behneka kur u keser dikşand. Dema mi jê dipirsî, geo çima navber dide, digot:“ilê min dişewite“ u kelogirî dibu. Bi rêzemendîyek mezin behsa Evdilla Begê Yekçav (Evdilla Begê Kor) ji Palo u sirgunî u mirina wî ya li sirgunîyê dikir.“
„Ev Hesenê Zaza yek ji wan Kurdên herî civatxweş u destbirak bu di nav Kurdên li Roslawl, kî rastî wan hatim“.
„Kurd ne hew dostê stranan in, her wisa di govendkêşîyêde jî xudan huner in“. Lê „her çiqa hej,ara Tirkan li oslawl sê qatê hejmara Kurdan bu, min qet nedît, ko Tirkan carekê govendek hilgirtin“. Li vir Lerch, behsa govend u helperkeyên cuda cuda yên Kurdan dike, wek giranî, şur u mertal, uyd.
Piştî demekê Lerch kurdîya xwe wisa pêşde dibe, ku êdî bi Kurdan re bi Kurdî diaxive. Li ser welatê Kurdan, zîrekîya wan, danustendina wan ê civakî, mirovahî u exlaq u hisên wan ê li ser edaletê pir tiştan fêr dibe.
Buyerek Erebên diz u hêrsa Kurdan
Li Roslawl bê Tirkan çend Ereb jî hebune.
Lerch: Di nav hevrêyen qederê yên Kurdan de dur Erebê ji Musilê jî hebun. Van Ereban pirr caran xwe bi dizîkirê sucdar kiribun. Dema ez gihaştim Roslawl Kurdan min ji wan hayedar kirin u gotin, divêt ez tiştên xwe ji wan Ereban biparêzim. … Rojekê ez dîsan bo serlêdanê çum mala hevalên xwe yên Kurd. Gengejî u nerehetîyek hebu. Dema min li sebebê wê pirsî, fêr bum, ko ev her du Ereb dîsan dizî kirine. Ev yek çubu zora Kurdan. Kurdan bi ew darên, ko Ereban dizîbun, yekoyek li destên wan xistibun.“
Li ser çend Kurdên êsîr li Roslawl
„Hinek Kurd gelek elaqe li ser jîyana Ewropî nîşan didan. Yek ji wan Mihemed bu. Mihemed ji nêzîkî Soregê bu; kurrê duwemîn ê serokê eşîra Rişwan bu. Jimara konê Rişwanan havînê digihişt 750 konan. Mihemed hîn xort bu. Dora 25 salî bu. Efser (subay) bu. Gellek pirs li min dikir; bi taybetî li ser jîyana malbatî, olî uyd. Lê dîyar bu hezkirina wî ya welatê xwe ji ya Kurdên din ne kêm bu. Mihemed Kurmanc bu. Kurmancîya wî gellekî zelal bu. Her wisa Husên jî Kurmacîyek qenc diaxivî. Husên xwarzîyê serokê hoza Peçar (?) nêzî Diyarbekirê bu. Hemu Kurdan xweş li xwe mêzedikirin. Tirk ne wisa bun. Mesela ev Husên meha gulanê hema hema her roj diçu ber çem u lebasên xwe dişuşt. Hevalê wî Elî ji Hênê ji eşîra Dimî/Dêmî jî gellek paqij bu. Her du jî kincên xwe bi zîv u zêr di xemilandin. Mihemed, dema di nav bajêrda dimeşîya, ji Ewropîyekî ne cuda bu.”
Xelkê Roslawl ji nav êsîrên Osmanî ji Kurdan pirr hezdikirin. Kurd hem lihevhatî bun, hem paqij bun, hem li xwe dinerrîn. Tirk u endamên milletên din ne wisa bun. Porê wan pi caran kulîşkî heta ser mil dirêj bu. Pozê wan pozqertel bu.
Pirranîya van Kurdan ji mezheba şafîî bun. Hew yekî koçer, ji eşîra Omerîyan, hanêfî bu.
Her çiqas nexwendebun jî, welatê xwe, derudora xwe gellek baş nasdikirin. Mesela Hesen navên hemu 34 gundên eşîra Silivan nasikir. Kurdên din ji Hesen ne kêm bun. Hesen kanî bu, heşt pêşbavê xwe bijmêre.
„Qismekî Kurdan hîn wek koçeran dijîn. Ji bal Kurdên niştecî wek „Konreş“ tên binavkirin. Koçerî pirranî li dora çemê Dîcle u bakurê Musilê ye.“
Navên mehan
Lerch ji Kurdan dixwazê, navên mehan li herêmên xwe bêjin. Bersiv wisa ye:
Dora Diyarbekir | Zazayê dora Palo | Botan u navbera Mêrdîn u Nisêbîn |
1- Adar | Adar | Adar |
2- Nîsan | Nîsan | Nîsan |
3- Gulan | Gulan | gûlan |
4- Xezîran | Xezîran | Xezîran |
5- Temuz | Temuz | Temuz |
6- ? | ? | Tebax |
7- Elûl | Elûl | Elûn |
8- Çileyê pêşîn | Aşmê payizî/veryêne | Teşrîn |
9- Çileyê paşîn | Aşmê payizî/peyêne | Teşrîna paşî |
10-Kanuna pêşîn | Aşmê qanuna veryêne | Çile |
11-Qanuna paşîn | Aşmê qanuna payêne | Qanun |
12- Sebat | Sebat | Şibat |
Navên hindek stêrkan
Kurmancî
| Zazakî |
Heft bira | Şîyanekî |
Kalê bê serî | ? |
Mêzîn | ? |
Kavrankeran | Camuskeran |
Kumika sêwîyan/şivan | Palan |
Hevalê hêyvê | Estarê aşmê/estarê rocî |
Pêwir(peywir) | ? |
Rêya kadizan | Rayerê pira simerine/gawayê qowetan |
Zinciq | ? |
Çîrok u metelokên Kurmacî u Zazakî
Di van hevpeyvînan de Kurdên li Roslawl êsîr in, metelokên ajelan (heywanan jî pêşkêş dikin. Lerch, behsa çîroka teyrê (kewê) pepuk u meteloka leglegê dike.
Hesenê Zaza jî jêre meteloka goîn (kund) bi zaravayê Zazakî dibêje. Erch evan hemuyan derdixe ser kaxiz.
Carekê Lerch, ji Kurdên dora xwe dipirse, ka dinya li ser çi ye? Gorî Kurdên wir, „dinya li ser pişta gamasî ye“.
Lerch, Zazakî nêzîkî zimanê Osetî dibîne. Ji bo nivîsandina çîrok u metelokan ji Elfaba setî sud digre. Dibêje: „Gorî lêkolînên min Zazakî li deverênuş, Palo, gellek hozên Duzik (Dêrsim/VA) u hoza Dinbilîyan de belav buye.“ Gorî nivîskarê Êrmenî Abovîan eşîra Dinbilî li bakurê Palo dijîyan.
Di xebatên xwe de Lerch, bi taybetî Husên bo wergerandina gellek nivîsan, wek metelok u pêkenokên elle erdîn (Nesredîn Xoca) bikar tîne.
Ji ber devê Hesenê Zaza jî gellek stran u buyerên wê demê dinivîsîne. Hesen xelkê gundê Kesan an Kaşan ya bi ser Palo ye u ji eşîra Sîvan e. Hesen serpêhatîya Evdilla Beg, serhildan u nîqaşa wî yê bi paşayê Xarpetê, çuyina wî ya Îstembolê u tayinkiran wî wek qeymiqam bo Rumelî, dike. Piştî du mehan jî li wir dimre.
Lerch dibêje: „Ev Hesen ji bo min kanîya fêrbuna zaravayê Zazakî bu“.
Ji bo nivîsandina van metelok, çîrok, helbest u stranan Lerch pêwist dibîne, elfabeyeka nuh biafirîne. Lewra „elfaba Farsî-Erebî têra Kurdî nake“. Lerch, elfabeyek ji 37 pîtan (herfan) pêk tîne. 9 ji wan dengdêr in. 5 dengdêr dirêj, 4 jî kin in. Gorî lerch, di Zazakî de 2 pît ji Kurmancî zêdetir e.
Naveroka pirtukê
I- Hevok bi Kurmacî u Zazakî
Di destpêkê de Lerch 44 hevokên (cumle) Kurmancî u Zazakî dide berhev. Pirraniya van hevokan 1773an de ji hêla Hartung Ludwig Christian BACHMEISTER hatîye belavkirin.
Bo nimune çend hevok (jimar gorî pirtukê ye):
Kurmancî
| Zazakî |
1- Xodê namire | Allah nê mêreno |
4- Di memikê wêde şîr pirr heye | Çidê yayî zaf şîd estu |
5- Mêrê wê jê hez dike | Merdê yayî hez kenu |
15- Va meriva kerre | Noyê medim çimî yayî (cayî) korî |
22- Bivil/Bêvil di nav ru da ye | Zinc ha miyanê suretide |
28- Xun sor e | Goenî sura |
30- Di masî de çav heye, guh tune | Maside çimî esti, goşye çinî |
40- Do êvarî baran barî | Vizyêrî şande varan vara |
42- Bi şev tarîye, bi ro ronîke | Şew tarîyu, roc roştu |
44- Hun bi Kurmancî zanin? | Şima Zazaca zanî? |
II- TEXTÊN bi zaravayê Kurmancî
1- Çîrokek evînî – wergerek ji Fînlendî
2- Heft çîrok ji Osmanî
3- 16 metelokên (14 heb yên ajelan/heywanan)
4- Çîrokek li ser “Benî Îsraîl”
5- Rasthevhatina serbazê Uris Murawjew bi hindek Kurdên dora Qersê (ji pirtukek Urisî li ser dorgirtina Qers u Tflîsê-1857an de hatîye weşandin)
6- Çîroka derebegî
7- Evîna Fetteh u keça begê hoza Romî, Xelîlê Zelxan.
8- Evdila Beg, mîre Palo (Kor Evdila Beg)
9- Çîroka rêvî u Qertel
III- TEXTÊN bi Zaravayê Zazakî
1- Çîroka sê birayan (Hesenek, Qasim, Şaban)
2- Hevpeyvînek bi Hesenê Zaza yê Palo re
3- Elî Axa, mîrê Karbegan
4- Şerrê Nerib u Şivan
5- Şerrê Nerib u Hiyênî (Hênê)
6- Efsana Goîn (kund)
7- Çîroka aşvan u rovî
Di dawîya berga yekem de çend berhemê din jî hene.
I- Xeber zanîna Îskender ji ajotina Uris
Destnivîsa Lerch – „Xeber zanîna Îskender“
II- 25 „gotinên pêşîyan“
Çend ji van gotinên pêşîyan ev in (jimar gorî pirtukê ye):
1- Yar hezar be hindike, dijmin yekbin, zaf e
3- Seh direyeç karwan dibuhurre
4- Sîrka belaş, ji hungiv şêrîntir e
5- Ewê hindikê nizane, zehfî (giştî) qet nizane
12- Kevirê biçuk jî serî diqelişîne
20- Dijminê bi aqil, ji yarê bê aqil çêtire
25- Gêzîya kevn davêjin ser xanî
Çend „Gotinên pêşîyan“ Destnivîsa Lerch – Kurmancî
III- Wergera destpêka „GULÎSTAN“ ya Saadî
Destnivîsa Lerch bi Kurmancî – Rupela yekê – „Gulîstan“
Di nivîsa pêşîyê de ezê berga duwemîn pêşkêşî we bikim.
Têbînîyek:
Asas min dixwest, van her du bergan bi giştî wergerînim. Lê gellek mixabim, ji ber ko ez li ser hindek mijarên din dexebitim, dema min zaf nîn e.
Amadekar: Veysi AYDIN
[email protected]
KURDINFO