Serok nêçîrvan Barzanî bi minasebeta roja Rojnemegeriya Kurdî peyamek a pîrozbahiyê ragihand.
Peyama serokê herêma Kurdistanê:
Roja rojnamegeriya Kurdî û bîranîna 124 saliya derketina yekem hejmara rojnameya Kurdistan li ser destê Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan, her wisa, 24 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, li hemû rojnamevanên Kurd û Kurdistanî bi giştî pîroz dikim. Ji bo hemûyan serkeftinê dixwazim.
Di vê bîranîna birêz û bi rûmet da, em tevahiya wan rojnamevanên Kurdistanê bi bîr tînin ku di hemû qonaxan da xizmeta karwanê rojnamegeriya Kurdistanê kirine û di serdema şoreş û piştî azadiyê jî, bi şarezayî û pîşeyî erka xwe bi cîh aniye ku hindek ji wanan jî di vê rê da jiyana xwe ji dest da.
Bi vê helkeftinê em, careke din, tekîdê li helwestê xwe yê di warê; piştevanîkirina demokrasiyê, azadiyan, azadiya rojnamegerî û raderbirînê, mafên mirovî û serweriya yasayê dikîn ku hemû stûn û bingehên sereke yên her civakek azad û pêşkeftî ne. Gelê Kurdistanê ji bona van prensîpan xebat û tekoşîn kiriye û xwîn û can jê re qurbanî kiriye, ji ber hindê çu caran dest ji wan prensîpan bernade. Em jî, wek hertim, bi hemû îmkanên xwe dê wan biparêzin.
Her bi vê helkeftê, em dakokiyê li giringîya rojnamegeriyê û erkê rojnamevanan dikîn ku hertim pisporî û pîşeyîbûnê li ber çavan bigrin, erkê xwe bi berpirsiyarane û bi dirustî bi cîh bikin, bi wijdan rastiya heye bigehînin, berjewendiyên bala yên welat li ser hemû tiştek din deynin, ji bona rastkirina şaşiyan û baştirkirina tecrûbeya Herêma Kurdistanê bi rexneyên avaker, bi têbînî û dîtinên xwe hevkar û alîkariya saziyên niştimanî bikin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
22.04.2022