CîhanRojev

Baştirîn bijarde ew e ku PKK dev ji axa me berde û li navçeyên xwe çalakiyên xwe bike!

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Londonê li Peymangeha Chatham House beşdarî guftûgoyekê bû û tê de gotarekê pêşkêş kir û behsa arîşe û astengiyên li pêşiya çaksazîya li Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê û bi taybet biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê petrola Kurdistanê de kir.

Peymangeha Şahane ya Karûbarên Navneteweyî, Chatham House, di sala 1921 de li Londonê hatiye damezrandin û konferans û eventên li ser bûyerên navneteweyî organîze dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got: “Xweşhalim ku îro em behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi giştî bikin. Ev navçe ji heyama 10 salên borî de, bûye bûyereke girîng li hemû cîhanê. Bûyerên Rojhilata Navîn, ne tenê girêdayî Rojhilata Navîn in, lê belê pêwendiya wê bi hemû cîhanê ve heye. Her çi bûyerên wek şerê DAIŞê, koçkirin û zordarî niha ber bi aramiyê ve diçin, lê belê ev hemû dibin sedem ku em xwe ji bo pêşhatên din amade dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Heta niha pirsgirêkên bingehîn ên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem berdewam in. Van pirsgirêkan hîştiye ku geşbûna navçeyê raweste, hejarî, nedadî, neyeksanî û gendelî belav bibin, ev yek jî nexweşî û nearamiyê zêde dike. Pirsgirêk ji destpêkê ve, ji piştî dirustbûna dewleta netewî ve, zehmet bû bêne çareserkirin. Iraq ji piştî Sykes – Picot ve ne welatekî serkeftî bû. Niha jî 6 meh in ji piştî hilbijartinên giştî li Iraqê, hewl ji bo hilbijartina Serokomar û Serokwezîr berdewam in, lê heta niha pêk nehatine. Di hemû hilbijartinan de tê dîtin ku hêzên derveyî hewl didin bandorê li ser aliyan bikin, ev jî wiha dike ku berjewendiyên giştî yên niştimanî ji holê radike.”

Ji sala 2004an ve, budce di dema xwe de nagihe Herêma Kurdistanê. Hin mehan budce kêm dibe û gelek mehan jî her nehatiye, ev yek jî rêgiriyê li geşbûn û pêşketinê dikin. Ew biryarê ji dadgehê jî derdikevin, bi tevahî siyasî ne. Em dizanin ku lîstikên herêmî çawa tên kirin û dizanin kî li pişt van hewlan e. Biryardan li Bexdayê bi temamî ne serbixwe ye, ev rastiya tehl jî berdewan e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dibêje: “Li vir dixwazim wek Kurdekî biaxivim, dixwazim dengê min bigihe hemû Iraqiyan û hêvîdar im ku bigihe. Me hemû dixwast piştî 2003an, paşerojeke me ya baş hebe û xwe tê de bibînin, lê belê niha rewşa heyî ya em dibînin ne wiha ye, lewma divê em bi wêrekî pirsgirêkan destnîşan û çareser bikin. Ez ji birayên xwe yên li Enbar, Mûsil, necef û Baqûbeyê re dibêjim, niha wê yekê hatiye ku em karan bi awayekî cuda ji ber û aştiyane bikin. Ew trajediyên ku berê rû dane û ew tirs û gefên berê hebûn ji holê rakin. Divê em baweriyê ava bikin û bi hevbeşî desthilatê bikin. Tevî ku yedek û dahateke mezin ya petrolê heye, lê heta niha Iraqî ji mafên bingehîn bêpar in. Di baweriya min de, ji bo em wek heval bimînin, divê bandora me ya zêdetir li ser karûbar û biryarên me hebe. Divê hemû aliyên wan navçeyên Iraqê yên bûne qurbaniyên DAIŞê, xwe bi xwe birêve bibin. Me dît ku Mûsil û Remadî û gelek navçeyên Suneyan yên din, bi temamî ne aram in. Niha derfet heye ji bo ew aliyê aborî ve pêşve biçin û baweriyê ava bikin.”

Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku sîstema konfederal hêzeke zêdetir dide pêkhateyan û amaje bi wê yekê jî kir ku divê hikûmeta Iraqê xizmeta berjewendiyên pêkhateyan bike û berjewendiya Iraqê ji berjewendiyên welatên din giringtir be.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ji destpêka salên nodî yên sedsala borî ve, dezgehên me yên fermî ji hikûmet û parlementoyê hene û Partiya Karkerên Kurdistanê jî hat navçeyên me û rêz li destûr û sînorên herêmê negirt. Li şûna ku li ser axa xwe şer bikin, hatine cem me. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi ji destê me hat, me kir, lê dewamiya şerê PKK û Tirkiyê bandoreke xerab li me dike.”

Amaje bi wê yekê jî kir ku 800 gund hene ku niştecihên wan ji ber şer û pevçûnên di navbera PKK û Tirkiyê de nikarin vegerin wan gundan. Tekez kir jî, baştirîn bijarde ew e ku PKK dev ji axa me berde û li navçeyên xwe çalakiyên xwe bike û pirsgirêkên xwe dûrî me çareser bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir: “Em di wê baweriyê de ne ku tundûtûjî nabe sedema çareseriya pirsgirêkan, çareserî baweriyê tenê riya diyalogê re ye.”

Back to top button