Cîhan
DYA ji bo êrîşên li ser ofîsên ENKSê li rojavayê Kurdistanê dilgiran e
Balyozxaneya Amerikayê li Suriye, di derbarê şewitandina ofîsên ENKSê daxûyaniyek ragihand. Balyozxaneya Amerika li Suriye, di twitterekî de, dilgiraniya xwe ji bo bûyerên ku rojavayê Kurdistanê rûdidin ragihand.
Balyozxaneya Amerikî di Twîttera xwe de dibêje: Amerîka ji ber êrîşên vê dawiyê yên li ser çend ofîsên ENKSê li bakurê rojhilatê Sûriyê dilgiran e. Cihê tirsandin û tundûtûjiyê di gotara siyasî de nemaye. Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku bi awayekî aştiyane tevbigerin bo peydakirina biryarên ku sûdê ji hemû aliyan re werdigirin.