CivakVîdeo

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ya bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan

Di roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjiya li dijî jinan da, Serok Nêçîrvan Barzanî peyamek bi wate ragihand..

Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Di roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjiya li dijî jinan da, em soza xwe ya ji bo parastina mafên jinan li Kurdistanê nû dikin û wan piṣtrast dikin ku ji bo jinavbirina hemû cureyên tundî û cudahiyê li dijî jinan, em dê berdewam bin. Bihêzkirina şiyan û pozîsyona jinê bingeha avakirina civakeke dadperwertir û pêşketîtir e.

Herêma Kurdistanê di warê piştevanîkirina mafên jinan û dabînkirina derfetan ji bo beşdarbûna di jiyana siyasî û îdarî da li ser bingeheke wekheviyê bi mêran ra, pêşeng bûye. Em di wê baweriyê da ne ku jin ne tenê şirîkên sereke yên di biryardanê da be, lê di heman demê da bingeha guhertin û pêşveçûna berdewam in.

Di vê rojê da, em daxwaza zêdetir hevkariya di navbera saziyên hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl û medyayê da dikin da ku bêtir hişyariyê belav bikin û nirxên tolerans û wekheviyê xurt bikin. Her wiha em tekez dikin ku jinavbirina tundiya li ser jinan pêwîstî bi xebateke hevbeş ya hemûyan heye ji bo piṣtrastbûna ji avakirina paşerojeke geş û ewle ji bo hemû ferdên civakê.

Bi vê minasebetê em sozê bi jinên Kurdistanî re didin ku ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê û bihêzkirina şiyanên wan ji bo lîstina rola xwe ya girîng di xizmetkirin û avakirina welat da, em dê berdewam bin li ser xebata bêwestan.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25 Mijdarê 2024

Bi minasebeta roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjiya li dijî jinan:

Back to top button