Nifûsa Iraqê û Kurdistanê gihîşte 45 milyonî
Li gorî encamên destpêka serjimêriya , hejmara rûniştvanên Iraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon kes derbas kiriye.
Welatiyên di navbera 15 û 60 salî de piraniya nifûsê pêk tînin, û zêdetirî heşt mîlyon xaniyan de dijîn.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî îro, di civîneke çapemeniyê de encamên destpêkê yên serjimariya giştî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê eşkere kir.
Iraq 45 milyon kes derbas kiriye
Li gorî encaman hejmara niştecihên Iraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon û 407 hezar û 895 kes e ku biyanî û penaber jî di nav de ne.
Nifûsa bajaran li Iraqê %70.3 û nifûsa gundan %29.7 e.
Li gorî sala 2009an ku nifûsa wê 31 milyon û 664 hezar bû, rêjeya mezinbûna nifûsa salane gihîştiye %3.
Zêdetirî heft mîlyon malbat
Li gorî encamên serjimêriyê yên destpêkê, li Iraq û Herêma Kurdistanê 7 milyon û 898 hezar û 588 malbat hene û hejmara endamên malbatan zikhevde 5.3 kesin.
Hejmara mêran li Iraq û Herêma Kurdistanê 22 milyon û 784 hezar û 62 kes e, ku ji sedî 50.1ê nifûsa giştî ye.
Hejmara jinan 22 milyon û 623 hezar û 833 ye ku ji sedî 49,8ê nifûsê ye.
Mihemed Şîa Sûdanî got, Desteya Amarên Iraqê dê tedbîrên din kom bike ji bo komkirina zanyariyan li ser tenduristî, demografî, jidayikbûn, mirin û kêmendaman ji bo amadekirina amarên dawî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê.
Kesên di bin 15 saliyê de li Iraq û Herêma Kurdistanê %36.1ê giştî yê nifûsê ne; Temenên 15 heta 65 salî 60,2% ji nifûsa giştî pêk tînin
Temenên 65 û mezintir ji %3,7 pêk tînin.
Li gorî amarên destpêkê, li Iraq û Herêma Kurdistanê 8 milyon û 37 hezar û 221 xanî hene. Ji van ji %92,1 xaniyên niştecîbûnê, %6,6 apartman, %0,4 jî xaniyên ji heriyê û %0,0,9 jî cureyên din in.