Îsraîl û Libnan nêzikî agirbestekî bûne
Lig ora nûçeyên ku , di çapemeniya DYA de derdikevin,tê îdiakirin ku Îsraîl û Lubnan li ser şert û mercên agirbestê ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Hîzbullahê li hev kirine. Li gor nûçeya Barak Ravîd ji malpera Axiosê re heta niha aliyan ev rêkeftin ji raya giştî re eşkere nekiriye. Li tê çaverêkirin ku Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê 26ê Mijdarê roja sêşemê rêkeftinê pesend bike. Rayedarekî Îsraîlî jî ev agahî piştrast kir ku kabîneya wezîran wê vê Sêşemê bicive.
Rayedarekî DYAyê ku navê wî nehat eşkerekirin dibêje: “Em dibînin ku lihevkirinek heye. Em li ser xetêne, lê me hê derbas nekiriye. Divê kabîneya Îsraîlê roja Sêşemê peymanê bipejirîne. Heta wê demê her tim dibe ku tiştek xelet derkeve.” Çar karbidestên Amerîkî û Îsraîlî yên ku bi Axios re axivîn jî gotin ku rêkeftin nêzîk bûye.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, Netanyahu duh derbarê hevdîtinên agirbestê de civînek li dar xist û gelek wezîr û serokên îstixbaratê beşdarî civînê bûn. Rayedarekî payebilind ê Îsraîlî got ku biryar hatiye dayîn ku li gorî peymanê pêş bikevin û dibe ku di vê hefteyê de daxuyaniyek were dayîn. Karbidestekî duyemîn ê Îsraîlî yê ku beşdarî civîna bû ji Axios re got ku “rêveberî erênî ye” lê gelek pirsgirêk bêçareser dimînin. Du rayedarên payebilind ên Amerîkayê yên ku derbarê mijarê de haydar in, duh daxuyaniyek dabûn û diyar kiribûn ku peyman nêzîk bûye lê hêj bi dawî nebûye.
Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê David Mencer jî ji televîzyona CNN re axivî, derbarê danûstandinên derbarê agirbesteke muhtemel a navbera Îsraîl û Hizbullahê li Lubnanê de nirxandinan kir. Berdevk Mencer diyar kir ku li Lubnanê ‘ji bo agirbestê pêşketin çêdibin’ lê hin ‘pirsgirêk’ hene ku divê bên nirxandin. Ji aliyê din ve, karbidestekî ku navê wî nehat zanîn ji televîzyona fermî ya Îsraîlê re bi heman awayî got ku “pêşketinên girîng” di danûstandinan de ji bo gihîştina agirbestê li Lubnanê hene.
Rayedarê Îsraîlî diyar kir ku “Em ji her demê bêhtir nêzî agirbesta li Lubnanê ne” û got, “Eger surprîz nebin, dibe ku di rojên pêş de lihevkirinek (agirbest) çêbibe.”