CivakRojev

Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo sala nû ya 2026ê

Hatina sala nû ya zayînî (2026)ê, bi germî li Kurdistaniyên hêja tevî hemû pêkhateyên xwe, li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlehiyê û tevahiya gelên Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im sala nû, bibe sala pêkhatina hêviyan, bidawîhatina krîzan û vekirina deriyê xêr û xweşiyê ji hemûyan re.

Bila em hatina sala nû bikin derfetek ji bo vekirina rûpeleke nû ku tê de em nakokiyan deynin aliyekî û bila canê tebayî, lêborîn û yekrêziyê di navbera hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhateyan de serdest be. Hêza me di hevqebûlkirin, bihevrejiyan û bihevrekarikirinê de ye ku ev yek tekane garantiya parastina destkeftiyên me û misogerkirina mafên me yên destûrî ye.

Li ser asta Iraqê jî em hêvîdar in sala nû, bibe sala çareserkirina bingehîn a pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û hevbeşiya rastîne. Herêma Kurdistanê wekî her tim bi însiyatîf û amade ye ji bo diyalog û hevfêmkirinê. Wekî her tim dê bibe faktora aramî û tenahiyê li navçeyê û li her ku dera cîhanê be, bi hemû awayekî piştevaniya aştiyê dike.


Kurdistaniyên hêja,

Bila em bi hêvî û geşbînî li pêşerojê binêrin. Em we piştrast dikin ku em ê hemû hewlên xwe bidin da ku sala 2026ê bibe sala bicihkirina aramiyê û baştirkirina jiyan û debara welatiyan. Baweriya me bi şiyan û enerjiya ciwanan û dilsoziya gelê Kurdistanê heye ji bo avakirina pêşerojeke geştir.

Sala nû li hemûyan pîroz be. Her şad û serfiraz bin.


Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2025/12/31

Back to top button