Bi helkefta ji dayikbûna pêxemberê Îslamê hezretî Mihemed (silavên xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê bi giştî dikim.
Hêvîdarim ev salvegera pîroz ji bo her kesî xêr, bextewerî, aramî û xweşiyê bi xwe ra bîne û ji nû ve pêdagirbûna bi rêgez, peyam, nirx û fermanên wî re teşwîq bike.
Bi vê minasebetê em hêvîdarin ku aştî û aramî li her deverê pêk were û em tekezî li ser pêwîstiya hevkariyeke berfireh ji bo aramkirin û zêdetir kûrtirkirina çanda pêkvejiyan, tolerans, giyanê aştiyê û têgehên mirovî di nav civakên cuda yên Kurdistan û Iraqê da dikin.
Careke din Mewlûda Pêxember (SXL) li hemû aliyan pîroz be.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11 Rebî’ul Evwel sala 1446 hicrî