Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî bi boneya Enfala Badînan
Em îro 36emîn salvegera xemgîn a Enfala Badînan bi bîr tînin ku, ji 25ê Tebaxê heta 6ê Îlona 1988ê di qonaxa dawî ya Enfalê da pêk hat û bandor li xelkê sivîl, av, hewa, ax û xwezaya navçeyê kir. Silav li giyanê pakê 182 hezar qurbaniyên Enfalê ku ji Germiyanê heta gundê dawî yê Badînanê bûne qurbaniyên tawanên rejîma hîngê ya Iraqê.
Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê Enfal weke jenosîd, tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê naskiriye, Lewma em bang li Hikûmeta Iraqê dikin ku di hemû waran da qerebûkirina malbatên mexdûrên Enfalê bide. Li Herêma Kurdistanê jî divê em baştir xizmeta malbatên wan bikin û li ser asta navdewletî hewlên xwe ji bo naskirina Enfalê wek jenosîd berdewam bikin.
Herêma Kurdistanê û mafên wê yên destûrî berhema giyanê pak, xwîna bi hezaran şehîdan, rondikên bi hezaran dayîkên cegerşewitî, Enfal, kîmyabaran, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ye, ji ber hindê erkê me hemûane ku em wan destkeftiyan biparêzin. Tevî hemû pirsgirêk û nakokiyan jî divê welat bibe armanc me û me hemûyan li hev bicvîne.
Bi vê minasebetê em dûpat dikin ku divê li Iraqê ders ji rabirdu bê wergirtin û mafên hemû pêkhateyan bê parastin da ku em hemû bi hev ra kar bikin ji bo misogerkirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên niha û paşerojê.
Silav li giyanê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be. Spas ji bo xelkê qehreman yê Hewlêr û derdora wê ku di rojên dijwar da li Cêjnîksn hatin alîkariya mexdûrên Badînan. Mîhrebanî û helwesta wan a welatparêzî tu carî nayê jibîrkirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25.08.2024