Peyama Serok Barzanî ya ji bo salvegera karesata bombebarana Zêwe
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Îro sîh û pênç sal li ser bombebarana wargeha (Ordugaya Zêwe) derbas dibe. Li 09 ê hezîrana 1985 da rejîma Be’es ya Iraqê bi heşt firokeyên Sîxo wargehê (Ordugayê) bi awayeke dirindane penaberên Zêwe yê bombebaran kir û hejmareke zêdeyê jin û zarokên bê tawan şehîd kir.
Karesata Zêwe yek ji rûpelên reşên dewleta Iraqê ye û tu demekê nayê ji bîr kirin. Rejîma Be’es bi enfal û girtin û koçberkirina xelkê Kurdistanê nerawesta û karî dirindaneya Zêwe jî encam da. Her kesek nale nala birîndaran û laşê perçe perçe kirî û şewitî ya şehîdên Zêwe yê dîtiba, gelek bi başî dirindeyî ya rejîma wê demê ya Iraqê û mezlûmiyeta gelê Kurdistanê têdigihişt. Li heman demê da, xweragirî û qehremaniya penaberên Zêwe û dayika Amîna û sedan mînakên dinê gelê Kurd, peyameke rûn bû ji bo hemû aliyek ku dijmin çende dilreq û pirçek jî bê nikarê rê li îradeya azadîxwaziya gelê Kurd bigrê û her serşor û têkşikiyayî dimîne.
Li vê bîranîna diltezîn da silav ji bo giyanê şehîdên serbilindên Zêwe û hemû şehîdên rêya azadiyê û silav ji bo cangorî û azayetiya gelê Kurdistan be.
Mesûd Barzanî
09.06.2020