Civak

Di teqinekî de 2 gundiyan jiyana xwe ji dest dan û 8 jî birîndarin

Li bakurê Kurdistanê devera Şaxkê ya li ser bajarê Wanê di bin wesayeta karkerên ku rê çêdikin mayinek çandî teqiya û di encam de herî kêm du kesa jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndarin.

Li gora daxûyaniya parêzgerê Wanê duh êvarî demjimêr 18.00ê de li devera gundê Giresorê ya navçeya Şaxkê bombeyek çandî dema servisa karkeran derbas bûyî teqiyaye.
Termên kuştiyan tevî birîndaran rakirina nexweşxaneya bajarê Wanê û ya Şaxkê.

Tê gotin ku ev mayina çandî ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye teqandin û gundî bûne qurbanî. Ev ne cara yekeme PKK van çalakiyan li dijê sivîlan pêktîne.
Piştî bûyerê operasyonek berfireh li deverê destpêkiriye.

Back to top button