Nivîsar

Zagona Qeyser Û Pêşeroja Rejîma El-Esed!?

Mihemed Hesko (Birasoz)

Xweşbextaneye ku piştî nehsalan ji bo belat û kuştara Sûriyayê sizaya Zagona Qeyserya ji bo (parastina sivîlan) li Sûriyayê, wê bikeve warê bicihkirinê, tevî ku azadîxwazên û dijberên rejîma Sûriyayê derkirina vê zagonê bi serkeftineke stratîjîk di pêvajoya xebata hilweşandina rejîma Ba,is de didinzanîn û bi pêngava yekem an bi destpêka bi dawî anîna rejîma Serokomarê Sûriyê Beşar El-Esed ê dîktator dibînin, lê wê yekê jî li berçavan digrin û baş dizanin ku, wê bandoreke nerînî li ser jiyana welatiyan di hemûwaran de bike!?

Qeyserê ku bi girtina 55 hezarwêneyên 11 hezar zîndaniyên ku di bin êşkenceyê de bi awayên hovane cane xwe ji destdan e, kir ku rejîma El-Esed were riswakirinû were şermezarkirin, û rastiya hovane ya rewiştaxwînîya vê rejîmê ji civaka navdewletî re were aşkerekirin, her wiha ev wêne bûn belge da ku dewletên zilbihêz nikarbin çavên xwe bigrinû bi qîrîn û hawara gelekî setembar ve werin, kir ku ev rejîma bû sedema koçberbûna 14 milyon welatî û kuştinabêhtir ji 60 hezar zêndanî, her wiha rejîmê di gel hevalbendên xwe (Rûsiya, Îran û Hizbullah) bêhtir ji milyonek kes bi rêya barandina bermîlên bombekirî, çekên kîmawî û mûşekên dûravêjkuştin e, û ev kuştar li pêş berî civaka navdewletî dihatkirin, mixabin hemûyan pişta xwe dabû bobelata gel êrebenê Sûriya û bi paşguhxistibûn.

Erê Zagona Qeyserya Amerîkî şûrê du devî ye, devekîwê li ser stûyê serokomarê setemkar û dîktator Beşar El-Esed û karbidestên dewleta Sûrî be, û ji bo fişar xistin bi ser rejîmê de da ku vegere masa gotûbêjan di gel dijberya Sûrî, û devê din jî wê li ser stûyê gel be, û wênan birê xelkê hejar û perîşan be ûwê ji gel re netenê bar be, lêbelêwêserbar be? Ji berku di dîroka sepandina sizayên aborî de bi ser rejîmên dîktator de mînak, Sedam Husên, Îranê û Kobayê, her û her gel bac dida û rewşa welatiyan kambaxtir dibû? Le wira divêgirîngeyek taybet bidin jiyana weltiyên Sûrî û pêdiviyên wan werin dabînkirin.

Bi spandinas izaya Zagona Qeyser re, çend pirsyar dikevin rojevê? Gelo rejîm wê bendên zagonê yên derbarê vergera welatiyan bo werên xwe bêyî ku lêpirsîn digel wan were kirin û qedexekirina bombebaran kirina sivîlan û serbestberdana hemû girtiyan û rakirina dorpêçê ji ser deverên dorpêçkirî û lêpirsîn û dadgehkirina tawankarên ku tawanên cengê encamdane û rêpêdan bi derbasbûna lîkariyên mirovî bo deverên kambax û rêpêdana rêxistinên navdewletî bo seredankirina girtîgehan û destpêkirin bi gotûbêjan di gel dijberya Sûrî, eger rejîm pêbendnebe bi van bendan, ma gelo eve ne rûbirûbû neke bi Amerîkare? Gelo wê karvedanên Amerîka çibin?

Her wi hahevalbendên Beşar El-Esed wê karbin vî barî hilgirin, ji ber ku aboriya rejîmê kambaxe û bi milyarê dolaran dêndarê Rûsiya û Îranêye? Niha rojên reşên rejîmê destpêkirin û di pêşerojêke nêzîk de wê rûreşî û hêza xwe ragirtinê wê diyarbibin, her wi hakar û karvedanên herdu aliyan wê bersivên rastînî bin.
Mixabin…hemû dîktator dildarên pare û desthilatê ne, dilkorin û bê bihayên mirovatiyêne, jiyana gel û hebûna welat dikin qurbana xwezî û arezûyên xwe, û ji xwe pêve kesekî din nabînin û eger bibînin jî, wekkole an stûxwar û nûker dibînin, her wiha di dil û hinavên xwe de newêrekin û ne mêrxasin û guh nadin waneyên jînê û pendên dîrokê ku hemû bi rûreşî dimrin yan tên kuştin mînak( Mûsîlînî, Pînoşê, Qezafî, Boteflîqe, Kastro, Hêtler, Stalîn û Firanko) lê belê gel û welat wê her bimînin û ji berê de papîrên me gotine :Tu darên ku serê wan gihîşte ezmên tune ne!.
Almanya, 08.06.2020

Mihemed Hesko (Birasoz)

Back to top button