Polîtîk
Serokê Kurdistanê: Şehîdên wargeha Zêwe li bîra me de zindî ne

Bi helkefta bîranîna bombebarana wargeha (Ordugaya Zêwe) ji aliyê rejîma ji navçûyî ya Be’es ve, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, serê rêz û hûrmetê li ber giyanê şehîdên wargeha Zêwe ditewînîn û herdem li bîra me de zindî ne.
Li twittek da Nêçîrvan Barzanî ragihand “Bi rêz û hûrmetê ve bîranîna şehîdên wargeha (Ordugaya) Zêwe dikîn û serê rêz û hûrmetê jî li ber giyanê pakê wan şehîdan ditewînin ku li 09.06.1985 bûne armanca firokeyên cengî yên Be’es û hejmareke zêdeyê zarok, bi salçûyî, jin û zilam şehîd û birîndar bûn. Ew herdem li bîra me de zindî ne”.