CivakRojev

Peyama Serok Barzanî ya ji bo cejna Çileyê Havînê ya Êzdiyan

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzîdî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdarim ev cejine ji bo hemî Êzdiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeka nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzîdî hemû cejin û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.

Cejna hewe pîroz bê û bimînin bi xêr û xweşî

Mesûd Barzanî
02.08.2020

Back to top button