
“Bi navê jiyanê da” Pirtûkeke Erebî ya Navenda Lêkolîna Rûdawe ku behsa serhatiyên jineke Kurdê Êzdî yê rizgarbûyê destê rêxistina Da’îş dike bi navê “Hela Mûsa” ku 312 roj li koleyetî û tûndutîjiya seksî vedigerê û nivîskar “Heso Hurmî” vê pirtûkê amade kiriye.
Pirtûk bi zimanê Erebî û bi navê “Min acil alheyat” hatiye çap û belavkirin. “Hela Mûsa” ku ji destê Da’îş rizgar bûye, wê rêxistinê çi bi serê wê aniye û çi ji destê wan kişandiye hemûyan ji bo vê pirtûkê eşkere kiriye. Ji bo wê yekê ev pirtûk li warê xwe da bi belgenameyeke girîngê tawanên şer tê zanîn, bi taybetî tawanên Da’îş beramber bi Kurdên Êzdî ku ji zimanê kesek ve wekî xwe li nav rûdanan da bûye.
Her wiha li vê pirtûkê de naveroka dem û cihê rûdanan bi awayeke dramatîkî xistine rû û navê gund, bajar, kesayetiyên tawanbarên Da’îş û rêkeft û hejmara wan ji bo dîrokê hatine tomarkirin.