Peyama Barzanî di konferensa Qazî Mihemed hat xandin
Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat ji bo damezrênerê Komara Kurdistanê ya Mehabadê Qazî Mihemed li Diyarbekirê konferensek lidar xist. Di konferansê de Felakedîn Kakayî şêwirmendê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Prof. Şukriye Resul, li ser nave 5 partiyên kurd ên Başurê Rojava Mele Seyîd Beşîr, Nivîskar û helbestvan Ehmedê Kurdî, Helbestvan Mele Îmad, Nivîskar Îbrahîm Guçlu, şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Rêvebirên BDP, HAK-PAR, KADEP û MUSTAZAF-DER-ê amade bûn.
Li ser diwarê salonê posterên serok û pêşengên kurdan Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Mustafa Barzanî hatbûn daliqandin. Li aliyê din li ser maseyê wêneyên Şêx Seîd, Seyît Riza, Qazî Mihemed, Şêx Mehmûd Berzencî, Simko Axa û Xalît Beg hatbûn danîn. Di destpêka konferansê de sirûda “Ey Raqîp” hat xwendin. Di dema xwendina sirûdê de hemû beşdarên konferansê rêz girtin. Piştre Ehmedê Kurdî ji bo bîranîna Qazî Mihemed helbestek xwend.
Muhîttîn Batmanî rêvebirê Koma Diyalogê ya Dîcle û Firat axaftina vekirinê kir. Batmanî sipasiya hemû beşdaran kir û da zanîn ku Qazî Mihemed ji bo wan rêberekî herî navdar e û got: “Roj roja yekîtiya kurdan e. Em jî wek ereb, tirk û farsan mafên xwe yên demokrtîk dixwazin.”
Peyama serokê Kurdîstanê Mesûd Barzanî ku ji bo konferansê şandibû ji aliyê şêwirmendê wî Felakedîn Kakeyî ve hat xwendin. Herwiha ji bo bîranîna Qazî Mihemed, Mele Îmad, helbestek xwend. Şaredar Abdullah Demîrbaş jî axaftinek li ser dîroka kurdan kir. Rêvebirên partiyên siyasî jî her yekî ji wan axaftineke kurt kirin.
Mamoste Varoj Têllo, li ser navê 11 partiyên siyasî yên kurdên rojava peyamek xwend. Li aliyê din li ser navê 5 partiyên siyasî yên kurdên Suriyê Mele Seyît Beşîr axivî. Beşîr, li ser yekîtiya kurdan rawestiya û got: “Êdî roj roja yekîtiya kurdan e. Pêwîst e kurd li her çar parçeyên Kurdîstanê hev bigirin û yekîtiya xwe xurt bikin. Da êdî kurd xwe ji jêr desthiladariya dewletên nijadperest rizgar bikin.”