Polîtîk

Daxuyaniyek ji kurdên Urmiyê

Xelkê wêrek yê Urmiyê!
Hevbajarî û hevwelatiyên xebatkar!

Heyamek zaf e kirîza gola Urmiyê berçêla xelkê mezlûm yê vê para nîştimana me girtiye. Kirîza ku siyasetên şaş û gelaleyên dijî mirovî ên nîzama desthilatdar ên ku bûne seba pêşhatina vê rewşê bo xelkê deverê bi taybetî di her du parêzgehên Urmiye û Tewrêzê de. Kirîza han ku di destpêka sala 1991’an de destpê kir, xelkê wa fam kir ku hikûmet bixwe dê di hizra çareseriya vê pirsgirêkê de be, lê sed mixabin ku tu car pirsgirêkên xelkê vê deverê bo desthilata pawanxwaz a Îranê bayexek nebûye.

Tevî nerazîtiyên berdewam ên çalakên jîngehî û herweha karnasên cîhanî, Îranî û deverî, mixabin heya niha ji aliyê desthilatê ve tu girîngiyek bi vê metirsiya ku sebebê sereke û pêkînerê vê, nîzama Komara Îslamî ye nedaye û her cure nerazîtiya aştîxwazane a xelkê Urmiyê bi Kurd, Azerî û Ermeniyan ve bi cudayîxwazî didin zanîn û encam dibe girtin û îşkencekirin!


Xelkê Urmiyê!

Ji navçûna gola Urmiyê, ji navçûna sê parêzgehên Urmiye, Kurdistan û Azerbaycanê ye ku encama vê mirin û neman bo xelkê deverê dibe. Di salên dawî de bi ji navçûna 50 ji sedî a bax û zewiyên werzêriyê ên derdora Urmiyê û herweha meşa bayên ku rûyê mirovan dişewitîne, herwa nîşanderê metirsiya hetmî û ye ku gef ji akinciyên wan sê parêzgehan dixwe ku bi nemana vê golê, metirsiya mezin seranserê deverê bigre ku encama vê karesata jîngehî a weke karesata gola Oral dibe.

Jîngeha welatê me seba birêvebiriya xerab, xemsarî li hember berjewendiya netewî, neagahî û berjewendîxwaziya zêde ji aliyê rayedaran ve, bi dijwarî tûşî xesar û şikestan bûye. Bê guman pêvajoya han dê peyamên karesatbar bo nifşên niha û pêşerojê hebin. Parastina jîngehê ku ne tenê bo parastina balansa siroştê û çawaniya jiyanê, belkî weke rukna girîng a geşekirina abûriyê erkek mirovî, netewî û navnetewî ye, her cure riftarên mirovan û pêwendiya zincîreyî û berhemanîn ji siroştê, gerek bi awayekê bin ku xesarên mezin û qerebûnekirî negijînin jîngehê.
Bi taybetî pêşgirî ji têkiliyên zincîreyî ên rûbar, gol, gerr û çavkaniyên avê ên binerdî di refa yekim de ne.

Di heyamê 20 salên derbasbûyî de, pirraniya çalakiyên avakirina avbendan di rûbarên welat de, bi hêceta berhevkirina ava werzêriyê, berhemanîna elektirîkê yan gihandina avê bi bajaran, ne tenê di nêrînek endazyarî û abûrî bo werzêriyê, berhemanîna elektirîkê yan birêvebiriya avê pasawek nebûye, akama vê zirarmendî di warên din ên jîngehê de bûye. Avbendên zêde hatine avakirin û di halê çêkirinê de ne ku tev şiyana rûbarên welat nahêteve, ji aliyekê bûye sebebê meşa siroştî a avê yan hişkbûna ava rûbaran, golan û gerran, hemû bi hev re girêdayî ne û beşek zaf a ava li pişt avbendan seba sekinîn û rûçûn di erdê de ji nav diçin û ji aliyek din ve jî bi ji navbirina   zindewerên avî û pîşeyê masîgirtinê, “êkosîstema” rûbaran û derdora wan xesarên mezin dîtine. Deranîna zêde li hed a xîz û lîmên nav rûbaran jî ji aliyek din ve ku bi bê çawedêriya birêveberî tê encamdan û rûbarên welat li jînê bêpar dikin.

Gola Urmiyê tûşî gellek karesatên mezin bûye. Ev gola dîrokî ku 42 ji sedî a ava vê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ji aliyê 14 rûbaran ve tê, heya niha 35 avbend di herêma avrêjên vê golê de hatine çêkirin û 10 avbendên din jî di halê avakirinê de ne. Bi avakirina wan avbendan û hişkkirina rûbarên avrêj ên gola Urmiyê, di dema çêkirina avbendan heya niha, ava deverê bi qasî 7 metroyan kêm kiriye û tê çavnihêrîkirin ku heya dawiya îsal, gola Urmiyê 65 ji sedî a rûberê xwe ji dest bide û di heyamê du heya sê salên din tenê di beşek biçûk a vê golê dê av dimîne, a din dê bibe gola xwê.
Xêncî wan zirarên jîngehî, xwêyên gola hişikbûyî tevlî bayan dibin û di be seba nesaxiyên henaseyî ji bo xelkê vê deverê.
Xelkê wêrek yê Urmiyê!

Nerazîtiyên aştîxwazane ên xelkê Urmiyê ên ku ji Kurd, Azerî û Ermeniyan pêkhatibûn, li hember xemsariya rayedarên rejîmê di vê pêwendiyê de, çend kuştî û birîndar û destbiserkirin jê kevteve ku heya niha jî ji çarenivîsa hin ji wan destbiserkiriyan tu zanyariyek di ber dest de nine.

Ku wa ye, em hejmarek çalak, rewşenbîr û xwendekarên bajarê Urmiyê daxwaz ji hemû hevnîştimanên hevbajarî ên Urmiyê dikin ku li roja 1’ê Çiriya Pêşîn a demjimêr 5’ê êwarî tev hevbajariyên din ên Urmiyê derkevin ser şeqaman û nerazîtiya xwe li hember ji navçûna vê gola Îranê nîşan bidin, heya car din welatê me û bajarê Urmiyê şahidê karesatek din nebe.

Em rewşenbîr, çalak û xwendekarên Kurd ên bajarê Urmiyê tevî nîşandana nigeraniya xwe li hember vê karesatê, xwazyarên birêveberiya zanistî û osolî bo parastina vê mîrata netewî û dîrokî, herweha şopandina riya zindîkirina gola Urmiyê û lêpirsîn û mehkemekirina tawanbarên vê karesatê, bi mafê yasayî û rewa yê xelkê seranserî Îranê dizanin.

Dema hevdîtinê:
Demjimêr 5-ê êwara roja Şemî

Berwar:
 1-ê Çiriya Pêşîn a 2011’an a Zayînî
 9-ê Rezbera 1390’a Rojî

Back to top button