Ji bo zivirandina mafên kurdên feylî komîteyek hat ava kirin
Hikûmeta Iraqê ji bo zivirandina mafên kurdên feylî ku, ji aliyê rejîma Sedam Hisên ve hatibûn binpêkirin, komîteyek ava kir.
Sekreterê giştî yê civata wezîran a Iraqê Elî Ellaq ji AKnewsê re axivî û got, sekreteriya giştî ya civata wezîran ji bo zivirandina mafên kurdên feylî yên ji aliyê rejîma pêştir ve hatibûn binpêkirin komîteyek pêk aniye.
Ellaq diyar kir ku, komîteya navborî dê biryara 426ê ya sala 2010ê ya taybet bi kurdên feylî cî bi cî bike.
Serokê giştî yê kongreya kurdên feylî Mîqdad Bexdadî, ji AKnewsê re got, kongreya kurdên feylî ji 20 tevgerên siyasîyên feyliyan pêk hatiye û ji bo vegerandina mafên kurdên feylî dixebite.
Despêka salên 80î de, rejîma Sedam Hisên, kurdên feylî bi alîgirtiya Îranê tawanbar kirin û ji ber wê, nasnameyên wna jêsitandin û mal û milkên wan zeft kirin û derxistin Îranê. Heta nuha jî çarenivîsê bi hazaran kurdên feylî bediyare.
Duhî li Bexdayê duyemîn kongreya kurdên feylî hat saz kirin û Mihemed Emîn Delewî berpirsê Partiyê li Bexdayê weke nûnerê serokê Kurdistanê beşdarî di kongreyê de kir.