Peyama Barzanî bo kongreya Yekêtiya Dadwerên Kurdistanê

Îro pênçşem 06.06.2013 Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê sêyemîn kongreya xwe li bajarê Hewlêr û li jêr diruşma “Serweriya yasa û serbixweyiya dadgehê, bi dadweriya bi wêrek û çalak û bêalî desteber dibe” saz kir. Li rêwresma vekirina kongreyê da peyama rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê rêzdar Azad Îzedîn Mela Findî Şêwirmendê Yasayiyê Serokê Herêmê ve hate xwendin ku evê li xwarê jî naveroka peyama rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê ye: 

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

 

Birêz endamên sêyemîn Kongreya Yekîtiya Dadwerên Kurdistanê

 

Amadevanên birêz

 

Xuşk û birayên xweşdivî

 

Ev dema we baş

 

Gelek xweşhalim bi wê yekê ku desthilata dadwerî û dam û dezgehên dadweriya Herêma Kurdistanê roj bi roj berev pêşve hengavan davêje û kar ji bo çespandina serweriya yasa û kultûra yasaparêziyê dike. Kongreya we jî ji bo pêşxistina bingehên serbixweyiya dadgehan û serbixweyiya yasa û rêdana bêaliya li nav dam û dezgehên dadweriyê da hengaveke.

 

Dadperwerî û pêkanîna dad li welat da payeyekî girîngê dewletdariye ku divê sedema dirustbûna baweriya li navbera welatiyan û sîstema fermanrewayî. Her demek bawerî li navbera xelk û sîstema fermandariyê dirust bû wê wateyê digihîne ku dewleta heq û dadperweriyê berpa û belav bûye. Baweriya welatiyan jî dema dirust dibê ku hest bi asayîşê bikin û ew baweriya wan dirust bibê ku yasa bi bê cûdahî li ser hemû kesek bi cîh dibe.

 

Rêzdaran

 

Heta serbixweyiya desthilata dadwerî û serweriya yasa neyê holê û aramî û geşbûn û întîma ji bo welat jî dirust nabê. Serweriya yasa û serbixweyiya dadwerî jî tenê bi diruşm û axaftinan pêknayê belku hengavên kirdarî û îdarî û kargêrî pêwîste. Cihê xweşhaliyê ye Herêma Kurdistanê ji bo pêkanîna serbixweyiya dadweriyê wan hengavan destpêkiriye. Hengavê girîng û ciddî jî bi wê rêyê de ewe bû ku li sala 2007 da Parlemena Kurdistanê yasaya desthilata dadweriyê derxist û bi vê karê desthilata dadwerî li desthilata cîh bi cîh kar cûda bûye. Her wiha li sala 2011 da ji bo pêgihandina dadweran peymangeha qezayî damezra. Ev hengaveke girînge ji ber ku li şûna wê yekê ku dadwer bi te’în bê danan li rêya pêgihandinekî akademî û zanistî ve tê diyar kirin.

 

Min hêviyeke zêde bi paşaroja dadgeh û desthilata dadwerî û serbixweyiya tevahiya dadwerî li Herêma Kurdistanê da heye. Serbixweyiya tevahiya dadwerê jî bi vî awayiye ku dadwer tenê girêdayî wîjdana xwe û pîşeyîbûn û bingehên dadperwerî û deqên yasayiyan bin û nabê tu kesek bi navê desthilata siyasî û îdarî yan nifûza maddî tevlî nav karubarê dadgehê bibe û li ser biryar û hukmên dadgehê kar bike.

 

Li dawiyê de pîrozbahiyê li sazkirina kongreya we ya rêzdar dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim û palpiştiya tevahiya xwe û Serokayetiya Herêmê ji bo karên we û desthilata dadwerî radigihînim û hêvîdarim kongre bi biryar û encama erênî û baş bi dawî bibe û xizmeta serbixweyî û pêşveçûna karubarê dadweriya li Herêma Kurdistanê de bike.

 

Her serkeftî bin

 

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

Nerîna min :