Polîtîk

P.A.K: YPGê li Efrînê 15 hevalên me girtin

 Endamekî Polîtburoya Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê ragihand ku 15 endamên wan li herêma Efrînê ji aliyê YPGê ve hatin girtin. Endamekî Desteya Bilind a Kurd (DBK) jî diyar kir ku Partiya Azadî di şerê li dijî YPGê yê li Efrînê de beşdar e.

Endamê Polîtburoya Partiya Azadî Ebdilrehman Apo li Efrînê ji Rûdawê ragihand ku ji duh êvarî ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê dest bi operasyonekê li dijî hevalên wan kiriye.

Ebdilrehman Apo eşkere kir ku 12 hevalên Azadî li gundê Basûtê û yek ji li gundê Xidriya ji aliyê şervanên YPGê ve hatin girtin.

Apo diyar kir ku YPG li pey 2 hevalên wan yên din li gundê Burcê digeriya û dema ew nedîtin, xizmên wan girtin.

Apo hişyarî da ku eger ev rewş berdewam bibe, wê êdî nikaribin hevalên xwe kontrol bikin.

Endamê Desteya Bilind a Kurd (DBK) Aldar Xelîl derbarê girtina endamên Partiya Azadî de ji Rûdawê re got: “Ev demeke şer li herêma Efrînê diqewime û kesên girêdayî Partiya Azadî li kêleka grûbên çekdar de êrişê YPG kirine.”

Xelîl ku yek ji nûnerên Encumena Gel yê di DBKê de ye, di berdewama axaftinên xwe de wiha got: “Dibe ku hin ji wan kesan di wî şerî de hatibin girtin û ev yek jî isbateke ku Azadî jî aliyekî sere li dijî îradeya kurdane.”

Xelîl da zanîn ku girtina wan kesan karekî rewa ye, ji ber ku di şer de kesên êriş dikin divê werin girtin.

Ev nêzî 2 heftiyane, li gundên Aqîbê û Basilê yên dikevin başûrê bajarê Efrînê di navbera YPG û grûbên çekarî yên girêdayî Artêşa Azad de berdewam dike.

Back to top button