Polîtîk

Niqteya herî giring eve ku, kurd li Suriyeyê aram û dûrî şer bin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêşwazî li Masîmo Marotî sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de tekîd li ser zêdetir pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Îtaliyayê de, berfirehkirina kar û çalakiyên kompaniyên îtaliyayî li herêma Kurdistanê û çewaniya bilindkirina rêjeya bizava aborî û bazirganî di navbera her du aliyan de hat kirin.

Pirsgirêkên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û xebatên ji bona çareserkirina wan pirsan mijareke din a civînê bû. Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê behsa helwesta herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê hertim xwestiye hemû pirsan digel hikûmeta Îraqê bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê bên çareser kirin û ji bona bê armancê herêma Kurdistanê hertim pêşwazî li derfetên danûstandin û gotûbêjan kiriye.

Serokêweîzêr Kurdistanê hêvî kir ku, serdana çaverêkiriya serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî bo Hewlêrê bibe destêkek baş bo pêşvebirina wan danûstandinên di serdana vê dawiyê ya şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê destpêkirîn.

Rewşa herêmî bi giştî û rewşa Suriyeyê bi taybetî û tesîra wê li ser deverê û rewşa penaberên surî li herêma Kurdistanê di civîna navbera serokwezîrê Kurdistanê û sefîrê Îtaliyayê yê Îraqê hatin minaqeşe kirin. Nêçîrvan Barzanî tevî dilgiraniya xwe li hember rewşa aloza Suriyeyê, got ku, niqteya herî giring ji bo herêma Kurdistanê eve ku, kurd li Suriyeyê aram û dûrî şidetê be û nebe qurbaniyê şer û pevçûnan.

Back to top button